Rojavayê Kurdistanê bi rengê jinê xemilî

Rojavayê Kurdistanê bi rengê jinê xemilî

Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cihanê, li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê qad bi rengê jinê xemilîn. Bi deh hezaran jinên daketin kolanan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan xwestin û ji bo jiyaneke azad banga yekitiyê û bilindkirina têkoşînê kirin.

Li bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Amudê, Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê û bajarên Heleb û Hesekê yên Suriyê îro tenê reng û dengê jinan hebû. Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi deh hezaran jin bi cil û bergên xwe yên netewî daketin kolanan û daxwazên xwe anîn ziman. Di çalakiyên ku ji aliyê Yekîtiya Star ve hatin organîzekirin de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullaha Ocalan jî hate xwendin.

QAMIŞLO: Bi hezaran jinên ku cilên netewî li xwe kiribûn, li Çerxerêya Qermutê hatin cem hev û ji vir di ser riya giştî ya Qamişlo dest bi meşê kirin. Di meşa ku jinên endamên PYD, Partiya Lîberal a Kurd, Meclîsa Gel a Bajêr, Rêxistina Jinê ya Tevgera Kurdistana Suriyê, jinên ereb û xiristiyan tevlî bûn de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan, Leyla Şaylemez, Zîlan, Şîlan hatin vekirin de, pankartên wekî, “Sedsala 21’emîn sedsala jinan e”, “Fikrên Rêber Apo dadgeha edaleta jinê ye” hatin vekirin. Meşa ku endamên Tabura Şehîd Adalet a jinan jî tevlî bûn, li ber Navenda Perwerde û Hişmendiya Jinê bidawî bû.

Piştî meşê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê hate xwendin. Piştî xwendina peyamê, Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Henîfe Hisên axivî û bang li jinên hemû netewan kir ku xwe ji nakokiyên siyasî û olî rizgar bikin û got: “Ji ber ku nasnameya jinê di ser hemû nakokiyan de ne. Xebata jinan a hevbeş wê karibe Suriyeya pêşerojê ku mafên jinan tê de hene, ava bike.”

Seroka Meclîsa Gel a Bajarê Qamişlo Remziye Mehemede jî axaftinek kir û got ku hemû rojên salê rojên jinan e. Di çalakiyê de endameke Tevgera Kurdistana Suriyê jî helbest xwend. Çalakî li ber stranan bi govendê bidawî bû.

DÊRIK: Jinên herêma Dêrik, Rimêlan, gundên Aliyan û Koçeratan, Beravê, Girkê Legê li Qada Azadiyê ya Dêrikê hatin cem. Bi hezaran jinên ku bi cilên xwe yên netewî qad veguherandin derya rengan, ji vir heta Navenda Perwerde û  Hişmendiya Jinê meşiyand. Di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan, Leyla Şaylemez û alên Yekîtiya Star hatin vekirin. Her wiha dirûşmên ku azadiyê jinê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ziman hatin berzkirin.

Jinên ku di nava kolanên bajêr re derbas bûn û hatin ber navenda jinê li ser stranên ku berxwedana jinê vedibêjin govend girêdan. Li vir peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê hate xwendin. Piştre Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Nejbîr Azad jî axaftinek kir û got ku ew jî peyama Ocalan diyarî hersê jinên têkoşer ên li Parîsê hatine qetilkirin dikin. Endama Navenda Jinê Emîne Remedan jî axivî û got ku ew bi fikir û ramanên Ocalan ve girêdayî ne. Piştî axaftinan çalakî bi xwendina helbestan û govenda li ber stranan bidawî bû. 

DIRBÊSIYÊ: Bi sedan jinên ku li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin cem hev, wêneyên Sakîne Cansiz, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez hildan û sloganên azadiya jinê tînin ziman hatin berzkirin. Di çalakiyê de her wiha pankarta, “Tundî+mêrê kujer=rejîma dewletê” hate vekirin. Di çalakiya ku tîliliyên dayikan û cilên netewî bal kişand de jin di nava kolanên bajêr re derbas bûn û hatin ber Navenda Perwerde û Hişmendiya Jinê.

Piştî meşê li ser navê Yekîtiya Star axaftin hatin kirin û 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Her wiha li ser têkoşîna jinê ya Rojavayê Kurdistanê hate rawestîn û hate gotin, “Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, jin azad nabin.” Çalakî bi govendê xilas bû.

HELEP: Civîna jinan hate lidarxistin. Di civîna ku bi sedan jin tevlî bûn de, Endama Desteya Birêvebir a  PYD’ê Cîhan Mehemed û endama Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê (El Partî) Resmiye Hesen axivîn 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê diyarî Gulê Selmo ku yekemîn endama Yekîtiya  Star a li Helebê jiyana xwe ji dest dabû ye, hatine dikin.

Di axaftinan de herwiha bang li hemû jinan hate kirin tevlî meclîsên jinan bibin. Piştî axaftinan li ser 3 jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez helbest hatin xwendin. Koma muzikê ya bi navê “Sê Gul” jî li ser 3 jinên têkoşer stran gotin. Civîn li ber stranên Koma Qendîl bi govendê bidawî bû. Li aliyê din jinên kurd ên ku cilên netewî lixwe kiribûn li rojhilatê Taxa Şêxmeqsut li welatiyan û esnafa gul belav kirin.

GIRKÊ LEGÊ: Li gundê Girzîro yê girêdayî bajarê Girkê Legê, civîna jinan hate lidarxistin. Di civîna ku bi sedan jin tevlî bûn de Endama Yekîtiya Star Dîlan Amûdê axivî û 8 Adarê li hemû jinan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Amudê li ser dîroka 8’ê Adarê rawestiya û giringiya têkoşîna jinên kurd a li Rojava anî ziman. Civîn bi stranên Koma Kulîlkên Koçeratan bidawî bû.

AMUDÊ: Li Amudê bi hezaran jin li ber Navenda Ciwanên Şoreşger kom bûn û wêneyên jinên ku di têkoşîn azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Di çalakiya ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin de, li ser navê Yekîtiya Star Henîfe Hisên axivî li ser girîngiya têkoşîna jinê rawestiya. Piştî axaftinan, jin heta Çerxerêya Qamişlo meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn.

HESEKÊ: Jinên li ser Çerxerêya Sînalko kom bûn, ji vir heta Dêra Asuriyan meşiyan. Di meşa ku jinên kurd, ereb û xiristiyan tevlî bûn de, sloganên ku azadiya jinên tînin ziman hatin berzkirin. Piştî meşa ku bi hezaran jin beşdar bûn, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Piştî peyamê li ser girîngiya rojê axaftin hatin kirin. Çalakî bi muzik û govendê bidawî bû.

TIRBESIYÊ: Meşa li Tirbesipiyê ji Qada Şehîd Lukman destpê kir û li Çerxerêya Azadiyê bidawî bû. Piştî meşa ku bi hezaran jin tevlî bûn, Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed axaftinek kir û li ser girîngiya têkoşîna jinê rawestiya. Piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Çalakî bi stranên koma xebat û şanoya Konfederasyona Xwendekaran a li ser jinê bidawî bû.