ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Mijdara 2017'an.

- Operasyona Bagera Cizîrê ku ji bo rizgarkirina Dêra Zorê tê meşandin wê bê şopandin.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Bi hezaran şehîdên me bûne havênê jiyana Kurdan a nû. PKK partiya wan e. Rastiya gel ê ji bo azadiyê şer dike, ji aliyê wan ve hatiye afirandin. Ew afirînerên her tiştî ne."

- Dûran Kalkan anî ziman ku sekn û têkoşîna Delal Amed ji bo wan hemûyan ferman e û got, "Weke hemû fermandar û şervanan, em ê vê xetê ji xwe re esas bigirin. Em sala 40'î ya PKK'ê weke sala Delal Amed îlan dikin."

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû destnîşan kir ku PKK partiyeke rakirina zor u zehmetiyan e û got, PKK mezinbûn û pêşketinê di nava diyalektîka têkoşîna dijî zehmetiyan de dibîne. Bi vî rengî xwe gihand sala 40'î.

- Di dozê de ku AKP û Erdogan hewl didin pêşî lê bigirin, hat ragihandin ku wê weke 'şahid' li Reza Zarrab bê guhdarîkirin. Her wiha îdîayên bertîlê yê navbera Erdogan û şêwirmendê Trûmp ê ji wezîfeyê hate girtin Mîchael Flynn ketin rojevê.

- Ji bo peydakirina çareseriya siyasî ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, tûra 8. a hevdîtinên Cenevreyê ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî tên lidarxistin, dest pê dike.