'Roj roja xwedîderketina li çalakgeran e'

Girtiyên li Girtîgeha Gebzeyê nerazîbûn nîşanî bêdenga li pêşberî tecrîdê dan û gotin, "Roj roja xwedîderketina li çalakgeran e, roja bidawîkirina tecrîdê ye."

Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, didomin. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê, li ser grevên birçîbûnê, rojiya mrinê û berxwedana dayikan a li ber girtîgehan nameyek nivîsîn.

Girtiyan nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî dayikan dan û gotin, "Dibe ku em dengê we nabihîzin, lê belê dayikên me her roj li devereke ku bi 100 metreyî dûrî me ye bi erdê re tên kişandin û dibin hedefa êrîşên dijmin. Her roj li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê şermeke mirovahiyê rû dide. Ev şerm li dîrokê tê nivîsandin. Lê belê ev hemû jî têrê nake ku mirov dawî li bêdengiya xwe bînin û xwe bilivînin.

'YEKANE DAXWAZA HEVALÊN ME, BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ YE'

Em niha şahidên rojiya mirinê ya dîrokî ne. Ji ber ku bi israr daxwazên me ji nedîtî ve hatin. Hevrê Ferhat Kûrtay berî 37 salan gotibû, 'Tiştên niha diqewimin û tên gotin wê bibin dîrok'. Em jî niha şahidê dîrokeke bi vî rengî ne. Em şahid in ku bedena hevalên me roj bi roj dihele. Lewma em dixwazin ku hûn rewşê careke din ji me bibihîzin. 22'ê Adarê hevrêya me Ayten Behçet li ser şopa hevalên Mazlûm û Sema bû Newroz.

Yekane daxwaza hevalên me bi dawîbûna tecrîdê bû. Çalakiya fedayî ya hevlaên me qîrîneke kûr û sekneke dîrokî bû. Bang kirin ku li pêşberî gel û mirovahiyê bibin dengê berxwedêran û bi hêza xwe ya cewherî tevbigerin. Lê belê vê yekê têrê nekir ku bêdengî bi dawî bibe, wijdanên kor û ker xwe bilivîne.

Ji bo heval Leyla, Nasir û berxwedêrên din êdî her roj, her saet gelekî girîng e. Yên ku bi biryardarî çavên xwe li rastiyan digirin, gelo çawa dikarin qebûl bikin ku dayik bi erdê re tên kişandin. Bi navê girtiyên jin ên Girtîgeha Gebzeyê em dipirsin; gelo 7 canê mirovan têrê nekir ku wijdanê we hişyar bibe? Qîrîna dayikan ne bes e ku hûn xwedî li çalakiyên me derkevin? Ji bo xwedîderketina li azadiya gelê me û Rêber Apo yê ku 21 sal in tecrîdkiriye, gelo ev yek têrê nake? Êdî bes e, berî demeke kurt me 7 canên xwe feda kir. Roj roja xwedîderketina li çalakgeran e, roja bidawîkirina tecrîdê ye."