Rêzefîlmê ‘Sakarya Firat’ yê dij-kurd diqede

Rêzefîlmê ‘Sakarya Firat’ yê dij-kurd diqede

Piştî ku pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dest pê kir, weşanên dij-kurd û nîjadperest zêdetir rola xwe lîstin. Yek ji van jî  rêzefîlmê li ser ekranên TRT 1 dilîsst yê bi navê Sakarya Firat  ku bi naveroka xwe ya  dij kurd û nîjadperest ket nava pozîsyoneke provokatîf.

Li gorî nûçeya ku di Ttvaktuelê de cih girt, hate destnîşan kirin ku rêzefîlmê Sakarya Firat di enam geşedanên pêvajoya çareseriyê de biryara fînalê girtiye. Hate hînbû ku rêzefîlm dê di beşa 151’emîn de fînalê bike.

Li gorî nûçeya Rakîdalê jî piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê û vekişîna gerîlayan a di 8’ê Gulanê de çêkerên rêzefîlm neçar mane ku biryarên nû bigirin.

Gelek bername û rêzefîlmên bi vî rengî ku bi naveroka xwe ya nîjadperest û dij kurd dihatin zanîn ligel ku rastî bertekan hatin jî ji weşanê nehatin rakirin. Di pêvajoya çareseriyê de nîjadperestiya çapemeniyê xwe zêdetir da xuyakirin.