Rêyên hesinî yên Elman îro di grevê de ye
Rêyên hesinî yên Elman îro di grevê de ye
Rêyên hesinî yên Elman îro di grevê de ye
Piştî ku Kargeha Rêyên Hesinî ya Elman (Deutsche Bahn) bersivek neyînî da daxwazên xebatkaran ên ji bo mafên xwe, kedkarên rêyên hesinî û îro careke din diçin grevê. Sendîkaya Makînîstan GDL, ji bo greva 14 saetan a piştî nîvro, bang kir.
Ji ber ku ji hevdîtinên giştî yên di navbera Deutsche Bahn û Sendîkaya Makînîstên Elman (GDL) encamek derneket, biryara grevê hat wergirtin. Grev wê îro saet di 14:00 de destpê bike û heta sibê saet 04:00 dewam bike.
Di daxuyaniya ji aliyê GDL ve hat kirin de hat ragihandin ku tevî daxwazên xebatkarên rêyên hesinî û grevên wan ên bi armanca hişyarkrinê Deutsche Bahn bersiv nedaye daxwazan. Di daxuyaniyê de mafdariya daxwazên makînîstan, personelên trenê û hemû xebatan hat destnîşankirin û bang hat kirin ku li gelemperiya welêt di hemû seferên trenê de grev were kirin.
Ji ber banga GDL ya grevê, tê payîn ku gelek seferên trenê yên li Elmanyayê betal bibe.
Di nava daxwazên sendîkayê de, zêdekirina heqdestê karkerên rêyên hesinî bi qasî ji sedî 5'an, kêmkirina dema xebatê heftê 2 saetan, cih digirin.
Di destpêka meha Îlonê de bang li 20 hezar makînîst û deh hezaran personelên din ên rêyên hesinî hatibûkirin ku biçin grevê û li gelek bajarên mezin beşdariyeke xurt li grevê hatibû kirin.