Rêya pûçkirina komploya 9'ê Cotmehê ji Kobanê derbas dibe

Rêya pûçkirina komploya 9'ê Cotmehê ji Kobanê derbas dibe

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E) bi wesîleya 16. salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got, "Pûçkirina komployê bi xwedîderketina li Kobanê dibe." KCD-E bang li tevahiya Kurdên li Ewropayê kir ku beşdarî greva birçîbûnê ya li Brukselê û meşa navendî ya li Dusseldorfê bibe.

KCD-E da xuyakirin ku komploya 9'ê Cotmehê, bi qirkirina gelê Kurd re şikandina vîna gelê Kurd û tinekirina Şoreşa Kurdistanê esas girtiye û got, "Gelê Kurd û vîna wê Tevgera AzadiYê, bi berxwedaneke mezin û her roj bi mezinkirina Şoreşa Rojava re ev komploya navneteweyî ya mezin vala derxistine."

BI VALADERXISTINA KOMPLOYÊ RE LI PARÇEYAN PÊŞÎ LI ŞOREŞÊ HAT VEKIRIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hesabên komplokeran bicih nehatine û hat destnîşankirin ku valaderxistina komploya 9'ê Cotmehê de li hemû parçeyên Kurdistanê rê li ber pêşketinên girîng vekiriye. 

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şoreşa Rojava ya îro li dijî her şêweyên êrîşên dijminan bi ruhê fedaî yê mezin li ber xwe dide, weke encama valaderxistina komploya navneteweyî ya 15 sal berê, derketiye holê. Lê belê heman hêzên navneteweyî hînê dest ji komployê bernedane û bi çeteyeke hov a di asta navneteweyî de ava kriine re, komployê dewam dikin..."

Di daxuyaniya KCD-E de hat diyarkirin ku ku dorpêçiya Kobanê, rewşa herî şênber a vê komployê û hewldana tinekirina gelê Kurd e û hat gotin, "Di serî de dewleta Tirk, hêzên navneteweyî yên komploker ên nikarin xwe li Şoreşa Rojava rabigirin û ji şoreşa Kurdistanê ditirsin, destpêkê tevahiya şoreşa Rojava hedef girtine û dema nekarî vê bikin, vê carê bi dorpêçkirina Kobanê re xwestine tine bikin. Gelê Kobanê ku ev nêzî meheke ji aliyê çeteyên kujer ên bi navê DAIŞ'ê ve bi çekên giran tê bombekirin, bi şervanên YPG û YPJ'ê re bi awayekî fedaî şer dikin û berxwedana xwe ya destanî dewam dikin. Em dixwazin destnîşan bikin ku berxwedana gele me yê Rojava ku şev û roj li eniyê şer dike, berxwedana tevahiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Azadiya gelên Rojhilata Navîn bi Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk a Rêber Apo pêkane."

“PARASTINA KOBANÊ WEZÎFEYA ME YA BINGEHÎN E”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şoreşa Rojava tê wateya şoreşa Kurdistanê û banga xwedîderketina li berxwedana Kobanê hat kirin. KCD-E diyar kir ku parastina Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê wezîfeya bingehîn a gelê Kurd e ku nebe nabe.

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, dostên xwe, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' dikin ku beşdarî berxwedana Kobanê bibin, bi çalakiyên demokratîk re xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û çeteyên DAIŞ'ê yên barbar ku dewama komployê ne, em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî greva birçîbûnê ya navendî ya li Brukselê, meşa navendî ya li Dusseldorfê û çalakiyên li tevahiya navendên Ewropayê, bibin.

Azadiya Serok Apo azadiya gelê KUrd e, berxwedana azadiyê ya Kobanê wê bibe statuya Kurdistanê. Bi ruhê fedaî yê Arîn Mîrkan em Serok Apo û Kurdistanê azad bikin."