Rêxistinên sosyalîst û demokratîk: Em li pişt HDP’ê ne

Rêxistinên girseyî yên partiyên sosyalîst û demokratîk, li Stenbolê bi civîneke ya çapemeniyê ragihandin ku wê 24’ê Hezîranê HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş destek bikin.

HDK, EMEP, Malên Gel, Partiya Şoreşger jî di navde bi dehan partî, komele, ode û rêxistinên sivîl û demokratîk ên piştgirî dan Patiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Otela Taksim Hill'ê bi civîna çapemeniyê piştgiriya xwe dan HDP'ê. Di civînê de nûnerên sazî û komeleyan û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî amade bû.

Di civînê de Endamê Lijneya Rêveber a HDK'ê Sedat Şenoglû, diyar kir ku gel herî zêde azadiyê dixwaze û wiha got: "Em wê piştgiriyê bidin HDP û Demîrtaş. Li Tirkiye û cîhanê yên li dijî zilm û zorê serî natewînin hene. Yên bi hêz em in. Ya riziya ye îxtîdar e. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Endamê MYK'ê yê SMF'ê Bariş Kayaoglû jî diyar kir ku îktîdara Erdogan ji bo îxtîdara xwe xurt bike dixwaze bibe wekî Hitler û faşizma xwe xurt bike.

Berdevka Partiya Azadiparêziya Civakî (TOP) Perîhan Koca jî diyar kir ku ew di pêvajoya ku krîza aborî Kurd dibin de dijîn. Em di şertê Rewşa Awarte de dikevin hilbijartina zordest. Ji bo HDP di bin bendê de nemîne û Demîrtaş dîl neyê girtin em wê piştgiriyê bidin HDP'ê û Demîrtaş.

GUNAY: DIVÊ EM DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN

Hevserokê Malên Gel Nûrî Gunay jî diyar kir ku ew xwedî erkin ku destkeftiyên xwe biparêzin û şer bêtir Tirkiye ber bi rîzînê ve dibe. Gunay, anî ziman ku ew wê di pêvajoya hilbijartinê de piştgiriyê bidin HDP'ê û hewl bidin ku HDP di meclîsê de cih bigire.

DEMÎR: EM DIKARIN BIBIN YEK

Berdevkê KOZ'ê Şukru Demîr jî diyar kir ku pêkan e di 24'ê Heziranê de hevpar bikin û ev hilbijartin ji bo karibin bibin yek ji bo çepgiran firsendek dîrokî ye. Demir, anî ziman ku pêkan e di serokomariya Demîrtaş de bibin yek û wê piştgiriyê bidin Demîrtaş.

OZTURK: JI BO ROJÊN XWEŞ

Ji Înîsiyatifa Gavek e Din Hakan Ozturk jî diyar ku şert e ku HDP di meclîsê de cih bigire û bêyî HDP'ê mirov nikare qala hebûna vîna gelan bike. Ozturk, da zanîn ku ji bo rojên xweş dengê xwe bidin HDP û Demirtaş û bi hevre têbikoşin."

DÎLMEÇ: JI BO KED, AZADÎ Û AŞTIYÊ

Berdevkê Kaldiraçê Hakan Dilmeç jî diyar kir ku hikûmet dixwaze rizîna xwe di nava civakê de belav bike û wiha got: "Îtîfaqa xwezayî û demokratîk li dora HDP û Demirtaş kom bûne. Em wê li dijî zext û tundiyê ji bo aştî, azadî, demokrasî û kedê bloka aştiyê ava bikin. Ji bo ked, azadî û aştiyê em dibêjin Demirtaş û HDP. Em wê bi ser bikevin."

AYDIN: EM DI FERQA BERPIRSIYARIYA XWE DE NE

Endamê Meclîsa Partiya Karkerên Tirkiye (TİP) Gun Çag Aydin jî diyar kir ku ew bi hevîne ku îktîdara AKP'ê biçe û di ferqa erk û berpirsiyariya xwe de ne. Aydin, anî ziman ku ji bo Selahattin Demirtaş azad bibe û HDP di meclîsê de cih bigire di ferqa berpirsiyariya xwe de ne. Ji bo welatekî kedkaran ê azad û demokratîk ava bikin wê têbikşoin."

GURKAN: HÊZA KU PÊŞEROJA WELAT BIGUHERE EM IN

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî diyar kir ku ew wê di 24'ê hezîranê de biryar birin ku wê Tirkiye çawa bi rêve bibin û wiha got: Hêza ku em Tirkiye bi rêve bibin û pêşeroja xwe diyar bikin heye. Hêza guhertinê em in. Em wê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo HDP û Demirtaş deng bixwazin."

TEMELLÎ: DIZÎ Û TALANA WAN NAYÊ VEGOTIN

Di civînê de herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û ev tişt gotin: “Ev civîn ji bo siberoja Tirkiyeyê gelek girîng e. Civîna têkoşîna hevpar e. Em li vir in. 24’ê Hezîranê dîroka bi hev re bûnê ye. Em ê hemû bi hev re ji vê desthilatê rizgar bibin. Dem dema rizgariyê ye. Me bi rika li dijî faşîzmê dest bi xebatên xwe kir. Me bang li hêzên demokrasiyê kir. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê pir krîtîk in. Roja ew hatin ser desthilatdariyê bi diziyê dest pê kirin. Dizî, nelirêtî û xizanî anîn. Niha jî em di bin siya Rewşa Awarte de ne. Bi helwesta qedexeyî tevdigerin. Dixwazin Rewşa Awarte sazûman bikin. Di 16 salan de ewqas dizî kirin û talana xwezayê kirin nayê vegotin. Di cîhanê welatê pêncemîn ê bê edalet e. Bê edaletiya hatin û serwetê gihîştiya asta mirov êdî naxwaze bawer bike. Li welêt tekane tiştek kirin nelirêtî û dizî. 16 sal e welat bi polîtîkayên neolîberal birêve dibin û nikarin ji nav vê çiravê derbikevin.

‘DEM DEMA TÊKOŞÎNA HEVPAR E’

Vê desthilatdariyê dubendî aniye welêt. Polîtîkaya cudakariyê her ku diçe kûr dibe. Xwe bi polîtîkaya şer li ser piya digirin. Divê Efrîn, Sûr û Cizîr neyê jibîrkirin. 16 sal e dem bi dem gotin ‘çareserî’ û derketin pêşiya me, lê êdî serdestiya şer li ser me ferz kirin e. Li dijî kedxwariyê, şer û diziyê dem dema têkoşîna hevpar e. Çawa em di 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 1’ê Gulanê de hatin gel hev, em ê di pêvajoya van hilbijartinan de jî bên gel hev û li rex têbikoşin. Ji ber qirîzên aborî, civakî û siyasî ew ê têk biçin û em ê di 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan civîn bi kişandina wêneyê komî bi dawî bû.