Rêxistinên mafê mirovan û kedê: Demildest girtiyan berdin!

Rêxistinên mafê mirovan û kedê operasyona ku 18 kes ên 22’yê Gulanê piranî jê parêzvanên jinan û siyasetmedar in hatine girtin, şermezar kirin û daxwaza tavilê bên berdan kirin.

ÎHD, THÎV, TMMOB, OHD, DÎSK û KESK jî di nav de 15 organîzasyon nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî ya 22’yê Gulanê li navenda Amedê pêk hat dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev ne lêpirsîna sûc e, belkû lêpirsîna bêdengkirina civakê û çewisandina wê ye.

Di daxuyaniya hevpar de diyar kir ku seroka Komeleya Jinê ya Rosa û endamên wê yên di mijara şideta li ser jinê û dîsa di mijara binpêkirina mafê mirovan de kar li gel dikirin, di erefeya cejnê de hatin destgîrkirin û girtin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya heman operasyonê de endamên meclîsa partiya HDP’ê, endamên meclîsa şaredariyan hatin girtin û avêtin girtîgehan.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di vê nuqteyê de tevgera rêxistinên civakî yên sivîl tên sînordarkirin, aktivîstên mafê mirovan, rojnamevan, hemû muxalîf hikûmet bi alîkariya darazê dike hedef, bi destê darazê dixwazin deng qut bikin.Dixwazin destek û piştevaniya civakî ya li dijî van operasyonên bê hiqûqî yên tên kirin jî asteng bikin.

Mîtîng, daxuyaniyên çapemeniyê, parvekirinên li ser tevnên dijîtal, xebatên di mijara parastina mafên jinan ên mafên wan hatine xwawrin weke sûc ji bo Komeleya Jinê ya Rosa hatiye diyarkirin û heman demê ev weke hinceta girtinê jî hatiye nîşandan. Ji bo vê ev ne lêpirsîna sûc e, belkû lêpirsîna bêdengkirina civakê û çewisandina wê ye.

Em saziyên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî yên ku navên wan li jêr hene; van lêpirsînên ku xebatên civakî yên sivîl û siyasetê krînalîze dike, şermezar dikin. Daxwaza demildest a berdana girtiyan dikin."

Navê rêxistin û saziyên îmze li binê metnê dayî wiha ne:

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD-Amed)

Baroya Amedê

Odaeyên Tabîbên Amedê

Nûnettiya Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiye-Amed (TÎHV)

Nûnertiya Însyatîfa Maf a Amedê

Komeleya Jinê ya Rosa

Şaxa Komeleya ji bo Azadiyê Hiqûqnas-Amed (OHD)

Rewşa Jinan a Piştevaniyê

Yekîtiya Odeyên Endazyar û Avahîsazan a Tirkiyeyê (TMMOB) Amed ÎKK

Plaforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK-AMED)

Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger a Herêma Amedê (DÎSK-Amed)

Însyatîfa Dernûnzanên Mezopotamyayê (DER-MEZ=

Şaxa Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHÛDER- Amed)

Odeya Hekîmên Didansazî a Amedê

Komeleya Hêvî ya Rengareng