Rêxistinên Kurd yê li Rûsya şoreşa Rojava silav kirin
Rêxistinên Kurd yê li Rûsya şoreşa Rojava silav kirin
Rêxistinên Kurd yê li Rûsya şoreşa Rojava silav kirin
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn bi daxuyaniyekê şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê silav kirin. li ser navê rêxistinê Kurd yê li Rûsyayê xebatê xwe didin meşandin Serokê Parastina Mafê Kurda a Bajarê Moskowa ya Mezepotamya Refîqê Kamil daxuyanî da.
Rêxistinên Kurd li Rûsyayê xebatê xwe didin maşandin bimebesta pişgirî dayina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di yekemîn salvera şoreşê 19’ê Tîrmehê pîroz bikin daxuyaniyek hevbeş dan. Li ser navê rêxistinê Kurd Serokê Parastina Mafê Kurda a Bajarê Moskowa ya Mezepotamya Refîqê Kamil daxunî da. Kamil di daxuyaniyê dazanîn ku ew şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav dikin û bengewazî li hemû kurdan kir ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin û got:
“Ez li ser navê hemû saziyê Kurd yê li Rûsyayê xebatê xwe didin maşandin salvegera şoreşa Rojava 19’ê Tîrmehê silav dikin. Bi keda cangoriyên Kurdistanê û gelê Kurd em niha hêdî hêdî digihêjin armaca xwe. Lê mixabin di van rojên dawî de hin hêzên tarî bi piştgiriya hin dewlata êrîşî ser gelê me dikin. Li rixmî hemû êrîşa gelê Kurd berxwe dide û wê berxwe bide jî ji ber ku azadî hesan nayê bidestxistin. Her wiha serkeftina Serêkaniyê jî em silav dikin.”
Kamil di berdewama axaftina xwe de rexne li hêzên Başûrê Kurdistanê girt û got: “Em wek Kurdistaniyên li Rûsyayê jiyan dikin, daxwaza me avabûna yekîtiya Kurda ye. Lê mixabin di pêvajoyek wiha giranbiha de hêzên Başûrê Kurdistanê deriyê sînorê Rojava girtin yekîtiya gel têk dibe. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê deriye sînor li ser birayê xwe li ser gelê xwe digire. Ev sînor ji bo aramiya heremê û yekîtiya gel pir girînge. Em bi xwe ti wateyê nadin girtina deriyê sînor. Ji ber ku îro gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi taybet zarok û nexweşê wan ji hemû milan ve dinav zehmetiyekê de ne. Pêwîst bû ku Başûrê Kurdistanê ji dîroka xwe hin ders derxistiba û li gorî wê nêzî Rojavayê Kurdistanê biba. Li ser vî bingehî em hêvî dikin ku dê di demek nêz de deriyê sînor vê vekirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Kamil da diyar kirin ku, ew bi her awayî li gel şareşa Rojavayê Kurdistanê ne. Kamil axaftian xwe wiha bi dawî anî; “Em wek Kurdistaniyê li Rûsyayê jiyan dikin bi her awayî bidil û can em li gel şoreşa gelê xwe ne. Li ser vî bingehî çi ji destê me bê emê bi welatê xwe û gelê xwe re bibin alîkar. Her wiha êrîşê li ser gelê me tên meşandin jî em şermezar dikin û ji wan re dibêjin rojekê berê rojekê destê xwe yê qirêj li ser gelê me bikişînin.”