Rêxistinên kedê gotin 'Na'
Rêxistin û sendîkayên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ji her kesî xwestin ku tercîha xwe ya "Na" bikar bînin.
Rêxistin û sendîkayên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ji her kesî xwestin ku tercîha xwe ya "Na" bikar bînin.
Konfederasyonên Sendikayan ên KESK û DÎSK'ê û rêxistinên Yekitiya Odeyên Mimarên û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) û Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB), têkildarî referandumê li Navenda Giştî ya TMMOB'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Li salonê pankarta "Ji Qanûna Bingehîn a Dîkta û Rejîma Yek Mirovî re Na" hat daliqandin. Di civînê de Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Serkokê Giştî yê TMMOB'ê Emin Koramaz, Serokê Giştî yê TTB'ê Sinan Adiyaman û Cîgirê Serokê Giştî yê DÎSK'ê Cafer Konca amade bûn. Serokê Giştî yê TMMOB'e Emin Koramaz, diyar kir ku di vê pêşnûmaya nû ya qanuna bingehîn de çareserî tine û wê bêtir şer, rageşî û pirsgirêkan mezintir bike.
Koramaz referandûma di nava Rewşa Awarte de jî rexne kir û wiha got: "Ev pêşnumeya qanûna bingehîn wê rê li pêş yek mirovî û diktariyê vekin." Koramaz da zanîn ku li Tirkiye gelek pirsgirêk li benda çareseriyê ne û wiha got: "Ev pêşnûma wê erk û sînorê TBMM'ê teng bike. Divê erk û rayeya meclîsê firehtir bibe. Aboriya Tirkiye di krîzê de ye. TL roj bi roj qimetê xwe winda dike."
'KESK, DÎSK, TMMOB û TTB DIBÊJIN NA'
Koramaz anî ziman ku KESK, DÎSK, TMMOB û TTB wê bêjin "Na" û em bang li her kesî dikin ku hilbijartina xwe ya "Na" bikar binin.