Rêxistinên HDP'ê yên bajaran, ji bo berxwedana Leyla Guven ku 16 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û ji bo Selahattîn Demîrtaş ê ku DMME'yê biryara berdana wî da, li gelek deveran daxuyanî dan.
Çalakî li Amed, Enqere, Wan, Edene, Mersîn, Hatay, Mûş, Colemêrg, Îzmîr, Bedlîs û gelek bajarên din pêk hatin. Tevî wekîlan nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên kedê tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyan de daxuyaniya Navenda Giştî ya HDP'ê ku ji hemû rêxistinên partiyê re hate şandin, hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wekîlên HDP'yî û hevşaredarên hatine girtin dîlgirtiyên siyasî ne û ev rastî bi biryara dadgeheke navneteweyî ve jî hatiye piştrastkirin.
HDP'ê xwest biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih were anîn û nûnerên gel ên dîl hatine girtin werin berdn.