Rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan HDP'ê
Gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Enqereyê, ji bo piştgiriyê bidin HDP'ê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Enqereyê, ji bo piştgiriyê bidin HDP'ê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Civîna çapemeniyê ji aliyê saziyên Malên Gel, Federasyona 78'an a Şoreşger, Şaxê Enqereyê yê ÎHD'ê ve hate lidarxistin û li Navenda Giştî ya Malên Gel pêk hat.
Helbestvan Ahmet Tellî daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê û qeyûman da.
Tellî got, "Qeyûmê ku ji aliyê feraseta ku welat xistiye nava çirava şer ve hate tayînkirin, destpêkê li pêşiya Şaredariya Qersê nimêja fethê kiriye" û destnîşan kir ku yên nimêja fethê kirin dewama 12'ê Îlonê ne.
Tellî diyar kir ku tayînkirina qeyûman nêzîkatiyeke hiqûqî, exlaqî û wijdanî nîne û got, "Em vê ferasetê bi tundî şermezar dikin. Di serî de Şaredarê Qersê divê hevşaredar, parlamenter, endamên meclîsa şaredariyê û endam û rêveberên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê yên dîl hatine girtin divê tavilê bên berdan û wezîfeya wan li wan bên vegerandin."