Rêxistinên Asûrî yên li Sûriyeyê NATO hişyar kirin

Rêxistinên Asûrî yên Sûriyeyê destnîşan kirin, ku ew ê qebûl nekin Tirk dest li rêveberiya xweser a demokratîk a Rojava werbidin.

Rêxistinên Asûrî yên Sûriyeyê destnîşan kirin, ku ew ê qebûl nekin Tirk dest li rêveberiya xweser a demokratîk a Rojava werbidin.

Bi daxuyaniyeke nivîsî Yekîtiya Sûriyaniyên li Ewropayê (ESU), Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MFS), Partiay Yekîtiyê ya Suryanî (GHS), Meclîsa Neteweyî ya Suryaniyên li Sûriyeyê dan xuyakirin ku weke gelê Asûrî-Suryanî yê li Sûriyeyê dijî, gelê herî zêde ji şîdeta rêxistina terorê DAIŞ'ê dikişîne ye. Rêxistinên Asûriyan gotin, "Tevahiya cîhan dizane ku DAIŞ dixwaze me qetil bike. Di van demên tarî de, me bi Kurdan, Ereb û gelên din ên cîran re, ji bo jiyaneke demokratîk, azad, ewle û mayînde, li Bakurê Sûriyeyê bi berxwedana li dijî DAIŞ'ê û komên din ên barbar re, Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kirin. Me Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MFS) ku hêza me ya leşkerî ye, ava kirin. Hêza me MFS ku di demeke kurt de mezin bû, li dijî DAIŞ'ê bi YPG (Kurd), bi El Sanadîd (Ereb) û bi Artêşa Azad re şer dike. Bi vî rengî di şerê li dijî DAIŞ'ê de em bûn hêzeke herî serketî."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew ji NATO dixwazin bi ti awayî destûrê nede daxwaz û hewldaneke êrîşê ya Tirkiyeyê li hemberî Kurdên li Sûriyeyê û hat gotin, "Her êrîşeke li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ji aliyê gelan ve bi hevparî hat avakirin, bê guman wê êrîşek li dijî hemû gelên li vê derê bi hev re dijîn be. Li dijî her êrîşa Tirkiyeyê em ê hemû rabin ser piyan û xwe biparêzin. Di bin desthilatdariya Tirkiyeyê de me gelek êş kişand û vê carê em ê ewçend bi hêsanî nemirin. Her pêngaveke êrîşê ya Tirkiyeyê li hemberî Kurdên li Sûriyeyê bike, hem wê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de hêviyan bişikîne, hem jî li herêma ji gelek nasnameyên etnîkî rê li ber tevlîhevî û komkujiyan veke.

Di heman demê de em dixwazin bêjin ku gelek Êzidiyan xwe li Rêveberiya Xweser a Demokratîk girtine û ev der wek stargeha xwe dibînin.

Her êrîşeke Tirkiyeyê ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Demokratîk, wê derfetê bide DAIŞ'ê ku planên Rêveberiya Xweser a Demokratîk xera bike.

Em dixwazin hevdîtinên aştiyê yên di navbear gelên Kurd-Tirk de ji nû ve destpê bikin.

Em ji NATO dixwazin ku destûrê nede qedandina rêveberiya tekane ya demokratîk a li Sûriyeyê,

Ji NATO'yê dixwazin destûrê nede bidawîbûna hêviya li Sûriyeyê."