Rêxistina Mafê Mirovan a Kurd: Li dijî êrîşan dakevin qadan
Rêxistina Famê mirovan a Kurd a li Elmanya têkildarî êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistan û Şengalê daxuyaniyek da û got: “Ev êrîş berdewama fermanên nû ye.”
Rêxistina Famê mirovan a Kurd a li Elmanya têkildarî êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistan û Şengalê daxuyaniyek da û got: “Ev êrîş berdewama fermanên nû ye.”
Navendê êrîşa artêşa Tirk şermezar kir û diyar kir ku ev cure êrîş fermanekî nû ku dişibe êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ye.
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em weke Rêxistina Parastina Mafê Mirovan a Kurd, em vê êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst a li ser Şengal weke fermanekî nû ya DAIŞ’ê pênase dikin. Jiber vê yekê bang li hemû dezge, rêxistin, sazî, aliyên siyasî, civakî gelê xwe yên li welat û derveyî welat dikin ku li dijî êrîşên bi vî rengî bêdeng nemînin. Dîsa bang li hemû gelê li Rojhilata Navîn dikin ku li dijî êrîşên dewleta faşîst a Tirk a mêtînger rabin ser lingan û dakevin qadan, pêşiya ferman û qirkirinê nû ku dixwazin pêk bînin bigirin.”
Carekî din em dubare vê êrîşa faşîst a ku weke berdewama fermanekî nû ye şermezar dikin lenet dikin. “