Rêxistina Efûyê nerazîbûn nîşanî ‘taktîkên îllegal’ ên Maltayê da

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûn ‘taktîkên îllegal’ ên Maltayê da. Malta hewl dide li Behra Spî çûna koçberan asteng bike.

Rêxistina Efûyê bi navê ‘Pêla bêcezatiyê: Binpêkirinên ku Malta li Behra Spî ya Navîn li ser penaber û koçberan dike’ raporek weşand.

Di raporê de hate gotin ku “Hikumeta Maltayê li dijî penaber û koçberên ji behrê tên, tevdîrên xeternak û îllegal dixe meriyetê.”

Li gorî rêxistina mafên mirovan, di navbera hikumetên Malta û Trablûsê de di dawiya meha Gulanê de ji bo ku penaber xwe negihînin Maltayê peymanek hatiye çêkirin. Bi vê peymanê re dema ku koçber û penaber vedigerin kampên li Lîbyayê mudaxeleyeke tund li wan tê kirin.

Di meha Nîsanê de lengergeha Malta û Îtalyayê ji koçberan re hatibû girtin. Ji serê salê heta niha 2161 koçber gihiştine Maltayê.