Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê, çend roj berê hunermend, zanyar, hiqûqnas, nûnerên partî û sendîkayên li Elmanyayê li hev civiyan û Tifaqa Aştî û Demokrasiyê ya ji bo Efrînê ava kirin. Desteka ji bo însiyatîfê roj bi roj zêde dibe.
Rêxistina ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê (SPD) Jûsos (Sosyalîstên Ciwan) ragihand ku ew destekê didin Tifaqa Aştî û Demokrasiyê ya ji bo Efrînê. Jûsos e-mailek ji navenda însiyatîfê re şand û bû yek ji hêzên ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bang kir.
RÊXISTINA CIWANAN A HERÎ BI BANDOR A LI WELÊT
Jûsos rêxistina ciwanan a herî bi bandor û rêxistinbûyî ya li Elmanyayê ye. Di vê demê de ku SPD ji bo bi Xiristiyanên Demokrat a bi serokatiya Merkel re hikumeta koalîsyonê ava bike dest bi hevdîtinan kir, Jûsosê li ber navenda SPD'ê rabû û bi vê yekê re bal kişand ser xwe.
Ji ber berxwedana Jûsosê di nava SPD'ê de krîzeke kûr rû da û Serokê Giştî yê SPD'ê Martîn Schûlz neçar ma wezîfeya xwe radestî Serokê Koma Meclîsê ya SPD'ê Andrea Nahles bike. Jûsos, ji bo ku endamên SPD'ê di dengdana li ser avakirina hikumeta koalîsyona mezin de dengê 'na' bê dayin, têdikoşe.
Jûsos destnîşan dike ku hikumeta koalîsyona mezin a ji demokratên sosyal û demokratên xiristiyan pêk tê, zerarê dide welêt û niha li gelek welatan kampanya "Na ji koalîsyona mezin re" dimeşîne. Serokê Jûsosê Kevîn Kuhnert herî dawî bi daxuyaniyekê ragihand ku hikumetên koalîsyona mezin zerareke mezin didin demokrasiyê.
Tifaqa Aştî û Demokrasî ji bo Efrînê ku Jûsos jî destekê dide, roja Şemiyê li Berlînê çalakiyeke girseyî li dar dixe. Çalakî wê saet 11'an li Alexanderplatzê dest pê bike.