Rêxistina BDP'ê li navçeyên Qelqeliya Wanê, navçeya Celê ya Colemêrgê, navçeya Tuzluca ya Îdirê, navçeya Basa ya Şirnexê, navçeya navendî ya Çewlikê navçeya Çunguş a Amedê kongreyên xwe pêk anîn.
Rêxistina BDP'ê li 6 navçeyan kongreyên xwe pêk anîn û rêveberiyên xwe xurt kirin. Rêxistina BDP'ê li navçeyên Qelqeliya Wanê, navçeya Celê ya Colemêrgê, navçeya Tuzluca ya Îdirê, navçeya Basa ya Şirnexê, navçeya navendî ya Çewlikê navçeya Çunguş a Amedê kongreyên xwe pêk anîn û rêveberiyên xwe yên nû diyar kirin.
Rêxistina BDP'ê bi telêbûna parlementer, rêveberên bajar û navçeyan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî kongreyen xwe pêk anîn. Di kongreyan de rêz hatin girtin û raporên xebat û maliyê hatin xwendin. Piştî axaftinan hilbijartin pêk hatin.
Di hilbijartinan de rêveberi hatin hilbijartin. Ji bo Seroke Rêxistina BDP'ê ya Qelqeliye Cihan Hamzaoglu ji bo rêveberiyê jî Adem Ozbey, Mahmut Bedîr, Ziyattin Sever, Leyla Toson, Hatîce Candemir, Mîrhaç Akîl û Allahverdi Çelîkok hatin hilbijartin.
Di hilbijartina Rêxistina BDP'ê ya navçeya Tuzluca de ji bo Serokê BDP'a Tuzlucayê Nevzat Ulutaş ji nûve hat hilbijartin.
Di hilbijartina Rêxistina BDP'ê ya navçeya Çelê de, ji bo Serokê BDP'a Çelê Servet Tunç û ji bo rêveberiye Haci Kaya, Abdullah Olmez, Fatma Guneş, Cemile Yaşli, Cumhur Erdemir û Rifat Karanfil hat hilbijartin.
Di hilbijartina Rêxistina BDP'ê ya navçeya Basayê de, ji bo Serokê BDP'a Basayê Ahmet Aytug hat hilbijartin. Di hilbijartina Rêxistina BDP'ê ya navçeya navendî ya Çewlikê de, ji bo Hevserokên BDP'a Navçeya Navendî Nihat Yildirim û Sabahat Kişin hatin hilbijartin.
Di hilbijartina Rêxistina BDP'ê ya navçeya Çunguşê de, ji bo Serokê BDP'a Çunguşê Mustafa Genç hat hilbijartin.