Rewşenbîrên Sûriyeyî li şoreşeke nû şiyar bibin wê çi bibe

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re nivîsî...

Civaka Sûriyê ji berê ve bi hev kelijiye, her demê demokrasî û guherînên bi azadîxwaziyê xwestiye. Partiya Komunîst a Sûriyê ya ku ji şoreşa Sowyetê hîkar bûye, komên komunîst, beriya geşedanên dawî yên li Sûriyê meşiyan û ‘Tevgera Biharê ya Şamê’ dane destpêkirin. Kesên sosyalîst ên ku xwe di nav van partî û însîtîvan de didîtin, xwestin ku guherînên mezin li Sûriyê pêk bînin. Ev çê jî bû. Lê ji bo ku bûyineke pêşwext bû haziriyên xwe baş nekiribûn. Niha ev kes kî ne û li kû ne? Gelek kes hatin girtin û li zindanan riziyan. Hin ji wan hatin kuştin. An jî rejîmê ew rehîn kirin. Hin jê jî ji neçarî koçî derveyî welêt kirin. Bi taybetî partiya komunîst û Însîyatîva Biharê ya Şamê gotin ew ê tim muxalîf bimînin. Lê mixabin bi wan re hêviya serketinê nemaye. Ji van hin derdorên sosyalîst bi daxuyaniyên ku dane, tê dîtin ku ti cihêtiya wan ji hişmendiya rejîmê nîn e.

Ew bi çavê ku muxalîf bin li xwe dinerin. Lê ji bo fedekariyê qet ne hazir in Ji wan weye sedema krîz û kêşeya Sûriyê mafê mirovan e. Bawer dikin ku kêşe wê bi çarçoweya giştî ya welatîbûnê de çareser bibin. Lê dema ku fikir û raman ji hev cihê dibe ew tam dibine parçeyek ji rejîmê, dibine parêzvanê rejîmê. Tu çi qasî muxalefetê ji tiştekî re bikî, heke rêbaz û armanca te ne cuda be piştî demekê ti ferqa te ji rejîmê namîne. Dema ku mirov li rêbaz û armancên wan dinere tabloyeke weke ya muxalefeta Sûriyê dertê holê. Belê muxalîf in lê ji hêla Erebkirinê û înkarkirina ên ne Ereb de, ji hêla hişmendiyê ve bi qasî rejîmê dikarin bibin şowenîst.

Rewşenbîrên Sûriyeyî heke bi rastî dixwazin bixebitin dikarin bibin parçeyek ji wê ku Sûriye ji vê rewşê xilas bibe. Dikarin însîyatîvê bi dest ve bînin. Mixabin ku ev rewşenbîr ne weke rewşenbîrên Şoreşa Fransî ne ku di civakê de guherîn û veguherînin mezin çêbikin. Di ramanên xwe de her çi qasî azadîxwaz bin jî her demê dudilî ne. Ev jî rewşê şîlo dike. Ji ber ku kengî wê çi bikin mirov pê nizane. Wê li kîjan hêlê rawestin mirov pê nizane. Bi navê ‘serweriya welêt ji dest diçe’ bê helwest dimînin. Di rêbazên xwe de radîkal in lê tenê berjewendiya xwe diparêzin.

Niha dem guherî. Rewşenbîr dikarin rewşê biguherînin. Guherînên li Sûriyê tenê bi mafê mirovan û hin hevalbendiyan nayê rojevê. Berevajî, astengên li pêş çareseriyê dertêne holê. Ji bo vê jî em dibêjin dem dema rewşenbîran e. Divê dengê xwe bilind bikin û bi qelema xwe, gel tevlî projeyên neteweya demokratîk bikin. Em dibînin ku jin jî bûne amûrek û ji sînorên xêzkirî nikarin xwe rizgar bikin. Pir pêdiviya Sûriyê bi jinan heye. Hin jin hene bi salan xwendine û bûne xwedî nasnameyekê. Lê mixabin ku ev jin dîsa pabendî destûra hevserê xwe ne. Xwe weke jinên rewşenbîr ên xwedî pîşe didin naskirin. Mixabin rewşa rewşenbîran ev e.

Dîsa jî, her çi dibe bila bibe li qadê tevgerek heye. Têkoşîneke bêmînak bi rê ve dibe. Ev tevger dikare rê li ber veke ku rewşenbîr bi lez û bez xwe bi ser hev de bînin. Ên ku bi navê xweseriyê destê xwe naxin bin kêvir û bi hin hincetan xwe dûr digirin di demeke kurt de divê xwe ji vê nexweşiyê xilas bikin. Ên bi ser sosyalîzmê ve divê demeke kurt de xwe rast bikin. Weke ku tê gotin, hêî ji serkeftinê watedartir e. Gotine pir hêja û rast e. Heke van rewşanbîran hêviya xwe neşikandibin her demê ji bo guherînê wê têbikoşin. Ên ku hêvîşikestî bûbin wê her tiştê xwe ji dest bidin.

Trêna şoreşê her demê wê sazkar be. Ji bo vê jî divê rewşenbîr helwesta xwe zelal bikin û biryarê bidin bê ka wê li kûdera şoreşê bin.