Rewşenbîr: Li dijî şer divê mirov bibe yek!

Baskin Oran, Melek Ulagay, Orhan Alkaya û Gençay Gursoy gotin, dijminatiya li Kurdan û 'rejîma yek zilamî' şer gur dike û diyar kirin ku divê li dijî şer bibin yek.

Baskin Oran, Melek Ulagay, Orhan Alkaya û Gençay Gursoy bi wesîleta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî ji ANF'ê re axivîn.

ORAN: LI SER DIJMINATIYA LI KURDAN GIHAŞTINE HEV

Prof. Dr. Baskin Oran got desthilata AKP-MHP'ê ne tenê ji van du partiyan pêk tê, Ergenekon û 'netewîgir' jî di nav de ne û got li gel ku diviya ti xaleke hevpar a van derdoran nebûya jî li ser dijminatiya li Kurdan û milliyetgiriyê gihaştine hev.

Oran got HDP ya ku ne bi çek lê li Meclîsê dixwaze aştî çêbibe ji hêla fiilî ve anîne ber rewşa girtinê, ji bo ku ji hêla hiqûqî ve jî HDP'ê bigirin Perînçek tim zextan dike.

Oran her wiha diyar kir t Modêla Srî Lankayê 15 milyon Kurdên ku nerahiştine çekan jî her ku diçe li Tirkiyê xerîb dike.

ULAGAY: BERDÊLA ŞER GEL Û MIROV DIDIN

Nivîskar û derhêner Melek Ulagay jî got, ''Li hemû cîhanê şer heye. Helbet bi rengekî beloq li Rojhilata navîn heye. Şerê navxwe li Tirkiyê, Sûriyê, herî dawî li Libnanê êrîşên giran hene. Di van êrîşan de ziyana mezin tê  ser gelan, mirovan. Êdî ne şerên di navbeyna artêşan de ne. Berdêla vê ya mezin gelên Rojhilata Navîn didin.''

GURSOY: ŞER PISGIRÊKA TENDIRISTIYA GEL E

Prof. Dr. Gençay Gursoy jî got, ''Em qonaxa bi şer a a pirsa Kurd a sed salî ya kronîkbûyî dijîn.  Her roj bi pesindarî behsa 'şerkerên ku hatine bêbandorkirin' tê kirin. Helbet ev jî tîna bîra mirov ku di rojên pêş de 1'ê Îlonê bi kîjan rûyî ji hêla Tirkan ve, ji hêla me ve were pîrozkirin.''

Gursoy got, ''Şer pirsgirêka tendiristiya gel e. Ev rêgez dema xwendekariyê ji mamosteyên xwe, ji pirtûkan em hîn bûne, niha jî me ev hîn kir. Lê ev rêgez ji hela dada Tirk ve hate darizandin û derheqê rêveberên Yekîtiya Tabîbên Tirk doz hatin vekirin. Di parastina xwe de ji bo ku min ev hevok got cezayê min ê 15 mehan hildane 2 salan.''

'LI DIJÎ ŞER DIVÊ PLATFORM WERE AVAKIRIN'

Gursoy her wiha got, ''Em tim bang li muxalefetê dikin. Divê li dijî polîtîkayên şer dengê xwe derxin. Welat hatiye ber hendefan; di vê qonaxê de em hêvî dikin ku muxalefet li ser xalên hevpar divê were cem hev, platforma ku aştî, demokrasî û mafê mirovan diparêze ava bike û di serdema pêş de bi platformeke wiha ji hilbijartinê re xwe hazir bike.''

ALKAYA: ŞER PATOLOJIYA CIVAKÊ JÎ XIRA KIR

Hunermend Orhan Alkaya jî got şer civakên nexweş çêdike û got, ''Bi gotina Serekerkanê berê Tak Şak Paşa, ''pevketina bi asta kêm'' ku ev 40 salan didome, ne ku Tirkiye tenê westand, patolojiya wê jî zêde têk bir. Êdî mixabin kesek weke gotina fermî behsa civaka 'di xem û şanaziyê de yek' nake. ''