Rewşa Rojava û êrîşên li Helebê- Amed Dîcle
Rewşa Rojava û êrîşên li Helebê- Amed Dîcle
Rewşa Rojava û êrîşên li Helebê- Amed Dîcle
Di van rojên dawî de li Rojava û Sûriyeyê bûyer, êrîş û şerên dijwar diqewimin. Li Bakur der barê pêvajoya Îmraliyê de nîqaş tên kirin, lê Rojava û Sûriye bi qasî ku pêwîst e nayê şopandin û nirxandin. Diviyabû berovajî be. Ji ber ku rewşa Rojava ji bo Bakur gelekî girîng e. Ev aliyekî meseleyê ye. Lê aliyê herî girîng jî aliyê mirovahiyê ye.
Ji 29’ê adarê heta niha li dijî taxên kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîş pêk tên. Heta niha 44 kesên sivîl hatine kuştin. 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan. 150 kes birîndar bûn. Bi dehan leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin. Armanca rejîma Sûriyeyê xistina taxên kurdan e. Her wiha hêzên muxalîf jî dixwazin têkevin taxên kurdan. Du sedemên vê yekê hene.
Yek; bicihbûna taxên kurdan ji bo şerê li Helebê pozîsyonek stratejîk e.
Ya duyemîn jî; piştî şer û aramiyê her du alî jî naxwazin ku êdî kurd li Helebê bi cih bibin. Mal û milkên wan li wê derê hene û di rewşeke demokratîk de kurd jî xwediyê Helebê ne. Ji ber vê sedemê her du alî jî dixwazin kurd ji van taxan werin derxistin.
Êrîşên li van taxan bi du awayan pêk tên. Bejahî û hewayî. Ji bejahiyê ve YPG bersiv dide. Lê li hemberî êrîşên hewayî parastin qels e. Ji ber vê sedemê piraniya wan zarok bi dehan kesên sivîl hatin qetilkirin.
Ji destpêka şer heta niha 250 hezar kesî koçî Efrînê, ewqasî jî koçî Kobanê kirine. Binesaziya van bajaran ne li gorî vê nufusê ye. Kurdên li van bajaran xwedî li koçberan derdikevin lê dîsa jî alîkarî pêwîst e. Komîteya alîkariya mirovahî banga kon, derman û pêdiviyên jiyanî kir.
Bi qasî rewşa Helebê, ya Hesekê jî girîng e. Li gorî agahiyên ku tên niha hin kom li herêma Cizîrê ji derdora Serêkaniyê heta Hesekê û ji wir jî heta derdora Rimêlan xwe bi cih dikin. Diyar e ku wê di rojên pêş de li Hesekê jî êrîş pêk werin. Jixwe hefteya borî ceribandina vê yekê kirin. Niha 6 kesên sivîl ji aliyê van koman de hatine revandin.
Er ê niha li Serêkaniyê êrîşên komên çete rawestiyane. Ev girêdayî polîtîkaya dewleta tirk e. Polîtîkaya dewleta tirk jî li gorî hevdîtinên Îmraliyê tê sererastkirin. Heke pêvajoya Îmraliyê bi serkeve wê nêzikatiya dewletê ya li hemberî Rojava jî biguhere. Lê dewlet li gorî rewşeke neyînî van koman di rewşa şer de dihêle. Yanî hê jî wan belav nekiriye.
Der barê polîtîkaya dewleta tirk de jî herî dawî Davutoglu daxuyanî da. Diyar e ku li hemberî helwesta gelê Rojava aciz in. Dibêjin, ‘çima kurd bi îradeya’ xwe tevdigerin. Ew fêr bûne ku kurd wê tim li gorî hin hêzên din tevbigerin. Lê êdî ew roj derbas bûne û tirk, ereb, faris û hemû cîhan divê êdî qebûl bikin ku gelê kurd jî li wir dijîn.