'Rewşa li Helebê felaket e'
Rayedarê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Egelan rewşa bajarê Helebê bi gotina 'felaket e' pênase kir.
Rayedarê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Egelan rewşa bajarê Helebê bi gotina 'felaket e' pênase kir.
Rayedarê NY Jan Egeland ê ji gihandina alîkariya însanî ji bo Sûriyeyê berpirsyar e da xuyakirin, ku rewşa li Helebê 'felaket' e. Egeland diyar kir, girîngiya roj û saetên pêş ji bo Helebê bi gotinan nikare bê vegotin û destnîşan kir, ku ev çend roj in li Helebê her tişt ber bi nebaşiyê ve diçe.
Di êrîşên 24 saetên dawî yên li Helebê de zêdeyî 50 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li nexweşxaneya doktorên rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) jî dixebitin û li taxa Şêx Meqsûdê, zarok û personelên tenduristiyê jî di nav de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.