Rewşa li Babê û rastiyên wê!
Rewşa tevlîhev a Babê dewam dike. Bi daxuyaniyên van rojên dawî derkete holê ku li ser Babê di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirinek çêbûye.

Daxuyaniyên Serokkomarê Tirk R. T. Erdogan û êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên van rojên dawiyê yên bi ser Efrînê, gundên Şehbayê de, hin gumanan çêdikin ku aliyên cihê yên vê peymanê hene. Ji hêla dî ve jî Erdogan dibêje ew ê bi koalîsyonê re ku pêşengiya wê DYE dike li ser Reqqa û Minbicê hin operasyonan li dar bixin. Her wiha li Bahreynê dibêje ku ew herêmeka tampon ava bikin û Ereb û Tirkmenan lê bi cih bikin.
PAŞXANA DAXUYANIYÊN ERDOGAN
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi ser Babê û derdora wê de didomin. Têkildarî êrîşan gelek daxuyaniyên ku hev derew derdixin têne dayin. Di serî de Erdogan, daxuyaniyên hin rayedarên Tirkan diyar dikin ku Bab bi temamî hindik maye ku têkeve bin kontrola wan. Li hêla dî jî dibêjin em li Babê nasekinin. Diyar dikin ku planên wan hene ku ew biçine Reqqa û Minbicê. Erdogan di daxuyaniyên Bahreynê de dema ku behs dike ku herêmê ji Kurdan xalî bike li şûnê jî ya ku ew ji wan re Ereb, Tirkmen dibêje di rastiyê de behsa wê dike ku hin hêzên ku ti têkiliya wan bi Ereb û Tirkmenan re nîn e li wir bi cih bike.
Ev daxuyaniyên Erdogan, beşek jê gotinên propagandayê ne ku di siyaseta hindir û derve de qediyaye, lê hin beşên têkildarî têkiliyên bi Rûsyayê re diyar e ku tiştin hene.
Van rojan Rûsyayê hin daxuyanî dan ku tê de em hişyarî, hem gef û hem jî peyman hebû. Rûsyayê diyar kir ku di peymanê de sînor ji Babê ta bi rêya berê ya Helebê gundên Bzaah, Qibbesîn, Girê Şêx Akîl, nexweşxane, Twîs û gundên derdorê hene.
Li ser sînorên ku Rûsyayê diyar kirî û bi Tirkiyê re li hev kirî artêşa Sûriyê, hin komên din, artêşa Tirk û komên ‘OSO’ yên girêdayî wê bi cih bûn. Di navbera artêşa rejîmê û koma Semarkantê de ku ji hêla Tirkiyê ve hatiye çêkirin, li gundê Ebul Zindeyn şerek derket. Piştî vî şerî Rûsya daxuyaniyek da û got, ‘’gihaştin sînorên ku me diyar kiribû’’ Ya rast ev daxuyanî gefek bû. Ji wê rojê ve di navbera van kom û hêzan de ti şer derneket. Lê ti mîsogeriya wê nîn e ku dîsa wê hevrû nebin.
Rejîm û Hîzbullah a ku bi rejîmê re tevdigere lif ersendê digere ku êrîşê bibe ser hin komên din ên ku bi Tirkiyê re tevdigerin . Her wiha komên ku bi Tirkiyê tevdigerin jî li Helebê piştî ku hatin çewisandin lif ersendê digerin li rejîma Sûriyê û komên girêdayî wê bixe. Ev rewş, ku mirov bi devê gel bibêxe weke nêzîkbûna agir û barûdê ye. Çawa ku agir û barûd bêyî ku karîgeriyê li hev bikin nikarin zêdetir li cem hev bimînin ev du hêz jî ku demeke dirêj bikaribin li cem hev bimînin ev ê bibe weke mûcîzeyekê.
Li hêla dî jî artêşa Tirk ev heftiyek e tevahî rojê bi tang, top û hawanan li Efrîn û gundên Şehba dixe. Hêzên YPG, YPJ, Artêşa Şoreşgeran û QSD yên li Efrîn û Şehbayê bersiva van êrîşan didin.
Piştî van êrîşan ku artêşa Tirk û çeteyên wê piştî peymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku Tirkiye Babê bistîne, îşaretan dide ku Tirkiye dikare êrîşê bibe ser Efrîn û Şehbayê. Lê ev pirseke wiha bi xwe re tîne; gele di peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de Şehba heye, bi xwe re tîne.
Artêşa Şoreşgeran di daxuyaniyeke xwe de got: ‘’Rejîma Baas ragihand ku piştî Baas hate standin wê radestî rejîma Sûriyê were kirin’’ Ev jî nîşan dide bê ka peymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de ya li ser Babê çiye.
LI EFRÎNÊ PLANA KU BI KURDAN RE BIDIN ŞERKIRIN HEYE?
Rûsya bi biryareke ku li ser navê rejîma Sûriyê ya Baas dayî li ser Babê bi Tirkiyê re li hev kir. Rûsya li şûna xwe û rejîmê li Babê Tirkiye û DAIŞ bi hev da şerkirin. Ji ber ku hêzên polîtîk ên navnetewî di navbera wan de her çend hevkarî hebe jî di dîplomasiyê de ji bo ku destê wan xurtir be taktîka ku hev qels bikin bi kar tînin. Jixwe ji ber ku balafira Rûsya ji hêla Tirkan ve hate şikandin û sefîrê Rûs ji hêla Tirkan ve hate kuştin, ev taktîk pir bi mantiq e.
Êrîşên dawî yên ku van demên dawî Tirkiye li ser Efrîn û Şehbayê dike, wê îhtîmalê zêde dike ku Rûsya piştî Babê, ji bo ku rejîmê xurtir bike dikare Tirkiyê bi Kurdan bide şerkirin. Ji ber ku ji hêla Rûsya ve armanc rejîmeke xurt a Baas a Sûriyê ye.
ARTÊŞA TIRK NEKARÎ LI BER XWE BIDE; GELEK KUŞTÎ JÊ ÇÊBÛ
Piştî peymana navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya li ser Babê, ku sînorên wê hatin destnîşankirin, Tiriyeyê bi hemû hêza xwe êrîşî Babê, bi taybetî gundên Bzaah û Qibbesin, girê Şêx Akîl û nexweşxaneya li ser vî girî kir. Rejîma Baas a Sûriyeyê jî ji jêrê ve hat bajarokê Tedefê û rêyên veguhastinê yên DAIŞ'ê birî. Jİ ber vê yekê Tirkiyeyê karîbû Girê Şêx Akîl û nexweşxaneya li gir bi dest bixe. Xwe ji gir berda jêrê û li aliyê rojava yê Babê xwe gihand heta qada bi navê Sekîn Şebap. Lê belê bi şev dîsa xwe vekişand û leşkerên xwe û komên xwe yên çete vekişand ser Girê Şêx Akîl. Ev sê roj in xwe ji ser gir berdide jêrê û diçe heta Sekîn Şebab, lê nikare ji wê derê û pê ve biçe. Ji ber ku nikare bi pêş ve biçe, êvarê jî vedigere Girê Şêx Akîl. Ji ber ku Bzaah û Qibbesîn hê di destê DAIŞ'ê de ne. Lewma artêşa Tirk û komên wê yên çete nikarin li taxa Sekîn Şebab a Babê bimînin. Ji ber vê yekê sê roj in bê navber û bê hejmar êrîşî Bzaah û Qibbesînê dikin. Lê heta niha ti encam ji van êrîşan bi dest nexistiye. Artêşa Tirk û çeteyAên wê, di nava du mehan de du caran Girê Şêx Akîl û nexweşxaneya li vî girî bi dest xistin. Lê tenê çend saetan karîbû li van deveran bimînin. DAIŞ'ê bi êrîşan her carê gir û nexweşxaneya li gir ji destê artêş û çeteyên Tirk derxist. Bzaah heta niha carekê, Qibbesîn du caran ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin girtin. Lê mîna li girê Şêx Akîlê, li van deran jî nikarîbû bisekine û DAIŞ'ê bi êrîşan her du cih ji wan stand. Kuştiyên artêşa Tirk ên heta niha da, bi giranî li van her du gundan û girî rû dan. Tevî leşkeran, zêdeyî 100 çeteyên arteşa azad li van her du gundan û girê Şêx Akîl ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin.
HEM BI DYA, HEM JÎ BI RÛSYAYÊ RE DIXEBITE
Recep Tayyîp Erdogan hem li ser rêya Bahreynê hem jî li Bahreynê daxuyanî da û got, "Di serî de Bab, bi danûstandina bi DYA û Koalîsyonê re em ê ji bo Reqa û Minbicê li hev bikin."
Dema mirov li dijwariya nakokiyên navbera DYA û Rûsyayê yên li ser erê Sûriyeyê binêrin, wê bi hêsanî bê fêhmkirin, ku nepêkan e bi van her du hêzan re li Sûriyeyê siyaset were kirin. Ji xwe Sûriyeya her du welat dixwaze, ji hev cuda ne. Tirkiye jî ji van her du welatan cudatir Sûriyeyeke li gorî dilê xwe dixwaze. Ev rewş ji aliyê her du hêzan ve jî tê zanîn. Sûriyeya ku Tirkiye dixwaze, Sûriyeyeke Sûnî ya ji aliyê Biratiya Misilman ve tê birêvebirin e. Ev Sûriyeya Tirkiyeyê ji aliyê her du hêzan ve nayê qebûlkirin. Sûriyeya ku Rûsya dixwaze ava bike, Sûriyeyeke bi xwe ve girêdayî ye, ku bi çend bermayiyên mafan hemû gelên tê de bêdeng bike. Sûriyeya ku DYA dixwaze, Sûriyeyeke bicihanîna projeya herêma bi Iraqê re temam bûye.
Hêzeke din a ku li ser Sûriyeyê daxwaza maf dike, Îran e. DYA û Rûsya jî dizanin, ku heta Îranê bi rê û rêbazekê qanih neke, wê li Sûriyeyê çareseriyek pêk neyê. Ji xwe van her du hêzan, ji ber vê yekê Îran tevlî platformên qaşo ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê tên lidarxistin, kirin.
Tevlîheviya Babê bi van rastiyên xumamî dewam dike. Tirkiye giraniya xwe dide ser. Dema ku giraniyê dide ser jî, gefê li Kurdan û gelên bi Kurdan re tifaq kirine, dixwe. DYA ji eniya xwe ve, Rûsya jî ji aliyê xwe ve bi Tirkiyeyê giraniyê dide ser, ku Tirkiye kiriye piyonê xwe.
Ev rewş ji her alî ve bandorê li Kurdan dike. Kurd, Rojava û gelên li Bakurê Sûriyeyê li gorî vê yekê hesab û amadekariyên xwe dikin. Zehmet e ku mirov niha pêşdîtina bûyeran bikin, lê xuya ye wê di rojên pêş de zelal bibin.