Rewşa girtiyên nexweş Ozdemîr û Încî krîtîk e

Parêzvanên mafê mirovan ên li Enqere û Stenbolê, bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş Cihat Ozdemîr û Ozgur Azad.

Însiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş ên li Enqereyê, di çalakiya xwe ya hefteya 303’emîn de bal kişandin ser rewşa Cîhat Ozdemîrê li Girtîgeha Tîpa F a li Kirikkaleyê. Endama Navenda Rêveberiya Saziya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Enqereyê de axivî da diyar kir ku Ozdemîr ev 20 sal in di girtîgehê tê girtin.

Çevîrmen diyar kir ku gelek nexweşiyên kronîk ên Ozdemîr hene, ev agahî dan: “Di serê wî de nodulek 4 cm, hîpermetrop, zuhabûna çav, fitika pişt û stû, kronîk otît, ji sedan windakirina bihîstina deng, di stû û testîs de kîst, varîkosel, kêmbûna enzîmên pankreasê, hemoroîda hindirîn, netêrkirina venoz a kronîk û refluler, gastrîta kronîkî, di gurçîskan de 11 mm mezinbuna nodul, di herdû çokên wî de menîskus, prostat û di dawîyê de jî nexweşiya kansera troîd hatiye dîtin.”

Çevîrmen da diyarkirin ku teşhîsa kansera troîd dereng hatiye girtin, pêwîst e tavilê Ozdemîr bê berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtiyan a Şubeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbûlê, di Rûniştina F ya çalakiya hefteya 431’emîn de, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ozgur Azad Încî yê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Saziya Cezayê Înfazê ya Osmaniyê de dîmîne. Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn yê di çalakiya li ser hesabên qada civakî hatîn kirin de, diyarkirin ku rewşa Încî giran bûye, pêwîst e tavilê bê berdan. Acettîn da diyarkirin ku Înciyê cezayê girankirî yê muebbetê standî ev 21 sale girtî û nexweşiya giran a dil û tansiyon heye.