Rewşa girtiyên nexweş Gun û Ozelmali giran e

Di çalakiyên Enqere û Stenbolê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Salih Gun û Kemal Ozelmali giran e û xwestin demildest bên berdan.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadiyê ji bo balê bikêşin ser rewşa girtiyên nexweş di 510’emîn hefteya çalakiya xwe de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev. Rêveber û endamên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Enqereyê tev li daxuyaniyê bûn. 

Endama Lijneye Rêveber a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Salîh Gun ê 62 salî yê di Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Sîncanê de tê ragirtin. 

GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE

Çevîrmen anî ziman ku Salîh Gun di pêvajoya girtîgehê de bi gelek nexweşiyan ketiye û da zanîn ku ji ber pirsgirêka dil Gun anjiyo bûye. Çevîrmen diyar kir ku guhê rastê yên Gun ji sedî 70-80 kêm dibihîse, divê ji ber fitiqa piştê û stûyê xwe emeliyat be û ev tişt gotin: “Demekî dirêj e di çokên wî de romatîzma heye, çûye bijîşk, derman stendine lê ji ber bandora dermanan derbas bûye êş û azarên wî dîsa dest pê kirine. Pirsgirêka gurçikan û riya avdestê heye. Salek berê şekir dest pê kiriye û Gun bi diyetê xwarinê dixwe.”

MAFÊN WÎ YÊ DERMANKIRINÊ TÊ ASTENGKIRIN 

Çevîrmen anî ziman ku bi awayekî rêk û pêk mafê dermankirinê yê Gun tê astengkirin û wiha pê de çû: “Bijîşkan li gorî nexweşiyên wî jê re alav û amûr nivîsandine, ji bo ku werzîşê bike pêdiviyên wî berçav girtine. Lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê vê yekê qebûl nake, alavên bijîşkan jê re nivîsandine nayên dayîn û wî sewqî saziyekî bilindtir tenduristiyê kirine. 

Çevîrmen xwest pêvajoyên raporê yên Gun werin meşandin û Gun were berdan. 

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê 638’emîn çalakiya xwe ya heftane a “Rûniştina F” yê li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Kemal Ozelmali ê di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê de tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila Kemal Ozelmali were berdan” hate vekirin û gelek caran diruşmên “Bila girtiyên nexweş werin berdan” û “Bila Kemal Ozelmali were berdan” hatin berzkirin. 

Sekretera şaxa ÎHD’a Stenbolê Oya Ersoy xwen. Ersoy bi bîr xist ku Ozelmali nexweşê Wernicke Korsakoff (WK) ye û da zanîn ku nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe çareser bike û ev tişt gotin: “Nexweşiyên sendroma Wernicke Korsakoff, ji bîr kirin, zerik, kêmbûna gurçikan, prostat, made, di mejî de biçûkbûn, dîtin û bihîstînê de kêmbûn hene; ji ber platîna di lingê wî de nikare rehet tevbigere, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe çareser bike.” 

REWŞA WÎ XIRABTIR DIBE

Ersoy da zanîn ku derbarê Ozelmali de berî niha Saziya Tipa Edlî jê re rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” amade kiriye û wiha got: “Lê belê ji ber kontrolên xwe yên tenduristî 2 rojan derbas kir di sala 2002’yan de careke din hat girtin û wî xistin girtîgehê. Piştî hate girtin rewşa wî xirabtir bû, û daxwaza wî ya taloqkirina înfazê nehate qebûlkirin.” 

POŞMANTIYÊ RED KIR

Ersoy nameya birayê Ozelmali ya piştî biryara girtinê ji komeleya wan re şandiye de ev agahî parve kirin: “Dema bi şert wî berdan zextên giran lê kirin. Diviya ji bo kontrolê biçûya Hacettepeyê. Tevî dayika min a rehmetkirî 2 rojan bi derengî çûn kontrola tenduristiyê. Ji ber vê yekê înfaza wî şewitandin. Rewşa Kemal qet ne baş e. Jê re dibêjin ‘Poşman bibe, em te berdin’. Kemal jî ji wan re dibêje, ‘Tiştekî ku ez pê poşman bibim min nekiriye’. Bila dermankirina girtiyekî ku bi salan e nexweş e asteng nekin. Ez naxwazim cenazeyê birayê min di darbestê bigirim.”  

Ersoy herî dawî banga berdana Ozelmali kir. Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.