Rewşa girtiyên nexweş Alî Kuş giran e

Înîsiyatifa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişande ser tenduristiya Alî Kuş ê girtiyê nexweş û anî ziman ku nexweşiya Kuş giran e. Înîsiyatifê da zanîn ku Kuş di pêvajoya hêla (pandemî) vîrûsê de bi rîskek mezin e.

Înîsiyatifa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, hefteya 3012'an li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişande ser tenduristiya Alî Kuş ê li Girtîgeha Hêjmar 3 a Tarsûsê. 

Li ser navê Înîsiyatifê Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen daxuyanî da û rewşa Kuş ê nexweş parve kir. Çevîrmen, anî ziman ku Kuş  12'ê Kanûna 2018'an hat girtin û şandin girtîgehê û wiha got:  "Kuş  sala 2015'an  mahdê wî perçe bû. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Toros a Mêrsînê 2 caran emeliyat bû. Piştî emeliyatê mahdê wî pir hesas bûye. 2016'an  sînga wî xetimî û nikaribû hilmê bistîne. Ji ber nefesê ew sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê kirin. Di emeliyatê de 2 caran dilê wî sekinî. Xwîna wî kêm e. Alî Kuş ji kezeba xwe emeliyat bûye û 8 saetan di emeliyatê de maye. Ji ber Kuş ji kezeba xwe emeliyata giran derbas kiriye divê serbest bê berdan. Girtina wî ya di vê pêvajoya hêla korona de  rîskek mezin e. Divê li derve bê dermankirin û înfaza wî taloq bikin."