Rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik giran dibe

Rewşa tenduristiyê yê girtiyê bi nexweşiya giran Devrîm Ayik her roj hîn giran dibe. Dayika wî Hulya Ayik xwest, ji bo tedawîkirina kurê wê sewqî Girtîgeha Antalyayê bê kirin an jî bê berdan.

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 651 yek jê giran hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Devrîm Ayik ê 33 salî ye ku ji sedî 76 astengdar e.

Ayik, di sala 2015'an de li Îzmîrê gava Kovara Ozgur Halkê belav dikir tevî 13 hevalên xwe hat binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" hat girtin. Piştî hat girtin, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê hat kirin, lê piştî tenduristiya wî nebaş bû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê hat kirin.

Ayik gava di Girtîgeha Antalyayê de bû, ji ber tenduristiya xwe di sala 2018'an de hat berdan, lê di Çileya 2021'ê de cardin hat girtin û ew xistin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Ayik ku ji ber nexweşîna Crohnê du caran emeliyat bûye û beşek roviyên wî hatine jêkirin, çavê wî yê rastê jî ji ber qezayeke di sala 2006'an de kor bûye û çavê wî yê çepê jî 32 derece miyop e. Her wiha guhê rastê ji sedî 50 û yê çepê jî ji sedî 30 nabihîse. Çendî ji sedî 76 rapora astengdariyê ya Ayik heye jî, nayê berdan.

Dayik Hulya Ayik der barê rewşa kurê xwe de axivî.

Ayikê diyar kir ku tenduristiya kurê wê her diçe xirabtir dibe û xwest ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Antalyayê bê kirin an jî bê berdan. Dayik Ayikê da zanîn ku serlêdanên wan ên ji bo sewqa Antalyayê hatine redkirin û got ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê di dema sewqa nexweşxaneyê de lêgerîna "li hundirê dev" li girtiyan tê ferzkirin û ji ber ku girtî vê lêgerînê qebûl nakin cezayê dîsîplînê li wan tê birîn.

Dayik Ayikê xwest dawî li pêkanînên kêfî û bêhiqûqî bê û got: "Demildest dawî li tecrîdê û pêkanînên kêfî bînin. Yan na li girtîgehan çi biqewime berpirs Wezîrê Dadê û rêveberiyên girtîgehan e. Em dixwazin dawî li vê zilmê bê."