Rewşa girtiya nexweş Soglîn hate destnîşankirin

Insîyatîva Girtiyê Nexweş bal kişandin ser ku girtiya nexweş Nazli Soglîn nehatiye tedawîkrin û daxwaz rêz kirin.

Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Nazli Soglîn a li Girtîgeha Tarsû dimîne û xwest tedawiya girtiya nexweş li gorî rûmeta mirovan bê kirin.
   
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 266’an li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat daxuyanî da. 

Kanat, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Nazli Soglin a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûsê dimîne û wiha axivî: “Soglin ev 10 sa lin girtiye û bi gelek nexweşiyan ketiye, lê ji ber nasnameya xwe ya siyasî li gorî tê xwestin nehatiye derman kirin. Dema ku Soglin birine nexweşxanê kelepçeya destê wê venekirine û wê jî ji ber vê sedemê nexwestiye bi vî awayî bê muayenekirin û dîsan paşve birine girtîgehê.” 
 
Kanat, da zanîn ku divê tedawiya Soglîn li gorî rûmeta mirovan bê kirin û wiha got: “Mafê jiyanê pîroz e. Divê hemû girtiyên nexweş li derve de bên dermankirin. Ji bo ku li girtîgehan mirin pêk neyin, divê rewşa girtiyên nexweş li ber çavan bê girtin. Mafê jiyanê pîroze, nabe ku ji aliyê kes û saziyan ve bê astengkirin.”