Rewşa çalakgerê greva birçîbûnê Çinar ê girtî giran e
Rewşa tenduristiyê ya nivîskar Îlhamî Çinar ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, giran e.
Rewşa tenduristiyê ya nivîskar Îlhamî Çinar ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, giran e.
Nivîskar Îlhamî Çinar li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Şakran ya navçeya Alîaga ya Îzmîrê dîl girtiye.
Çinar ji 5’ê Çileyê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Xaleta Çinar Havîde Bayram ku hefteya derbasbûyî hevdîtin bi Îlhamî Çinar re kiribû, ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Çinar giran e.
Bayram diyar kir ku Çinar bi rêya alîkariya hevalên wî hatiye hevdîtinê û 11 kîlo kêm kiriye.
Bayram ev tişt gotin; “Tansiyona wî bê navber dikeve. Di çav de pirsgirêkên dîtinê destpê kiriye. Çavê wî yê rastê hema bêje nabîne. Hevalên wî ji bo ku ji ronahiyê rehetsiz nebe bi rojnameyê lempeyê digrin. Her roja diçe rewşa wî giran dibe. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê Îlhamî di çalakiya xwe de bi biryare.”