Rewşa 10 birîndaran hînê giran e
Tedawiya mirovên di komkujiya li Enqereyê de birîndar bûn, li nexweşxaneyan dewam dike. Rewşa 10 ji birîndaran jî hînê xetere û giran e.

Hat ragihandin, ku beşek ji birîndaran, bêyî tedawiya wan biqede ji ber hejmara zêde ya birÎndaran ji nexweşxaneyê hatine derxistin. Li nexweşxaneyên Nûmûne 38, li Hacettepe 11, li Îbnî Sîna 25, li Ataturk 4, li Tûrgût Ozal 4, li Guven 3, li Fatîh 6, li Medîcana 8, li Başkent 4, li Dişkapi 21, li Enqere 11 û li nexweşxaneyên din 9 bi giştî 138 kes li nexweşxaneyan tên tedawîkirin.
Li gorî agahiyan, ji birîndaran herî kêm 27 kes li servîsa lezgîn tên ragirtin û rewşa 10 ji wan xetere û giran e. Di vê navberê de agahî ji 15 kesan nayê wergirtin. Malbata van mirovên winda yên qeyda wan li nexweşxaneyan û Saziya Tipa Edlî ya Keçîorenê nîne, bi rojane li xizmên xwe digerin.
Wekî din, 6 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Keçîorenê, ku nasnameyên wan hatine tespîtkirin, hînê nehatine wergirtin.
Xizmên birîndaran, ji ber xemsariya li wan tê kirin nerazîbûnê nîşan didin û malbat bi gotina 'dewlet windahiyên me ji me vedişêre' nearzîbûnê nîşan didin.