Rêwîtiya ber bi Colemêrgê ve destpê kir

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, ji gelek bajaran rêwîtiya ber bi Colemêrgê destpê kir.

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û girtina Hevşaredar Mehmed Siddik Akiş, di 13'ê Hezîranê roja Pêncşemê de wê li Colemêrgê mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.

Mîtîng wê li qada otogarê ya li pêşiya bajêr bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo mîtîngê dewam dikin. Bi taybetî ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê gelek kes bi otobusan ber bi Colemêrgê bi rê ketin.

Ji navçeyên Beyoglû, Kadikoy û Yenîbosna yên Stenbolê, mirovan serê sibehê berê xwe dan Colemêrgê û bi rê ketin. Girseya gel ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Beyoglûyê li hev kom bû qirûşmên 'Bijî berxwedana Colemêrgê', 'Colemêrg a me ye' qîriyan. Piştre bi mirovên ji Kadikoyê û Yenîbosnayê li otobusan siwar bûn.

JI BO LI BER ZILMÊ RABIN JI ENQEREYÊ BI RÊ KETIN

li Enqereyê jî tevî rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, girseya gel li Parka Kûrtûlûşê li hev kom bû û ber bi Colemêrgê bi rê ket.

Endamê DEM Partiyê Zekî Korkmaz diyar kir ku weke Kurdên ji Anatoliya Navîn hatine sirgûnkirin ew bi gelê Colemêrgê re ne ûg ot, "Zilma li wê derê nayê qebûlkirin. Ev yek darbe ye û ji bo li ber vê zilmê rabin em bi rê dikevin."

PEYAMA JI ÎZMÎRÊ: EGER EM BIBIN YEK EM Ê KARIBIN HER TIŞTÎ BI SER BIXÎNIN

Li Îzmîrê jî girseya gel serê sibehê li ber avahiya Rêxistina Îzmîrê ya DEM Partiyê li hev kom bûn û ber bi Colemêrgê ve bi rê ket. Di nava kesên çûn Colemêrgê de keça Mûsa Anter Rehşan Anter jî heye. Rehşan Anter got, "Em ji bo canên xwe yên li Colemêrgê diçin. Eger em bibin yek em ê karibin her tiştî bi ser bixînin."

Ji rêveberiya DEM Partiyê ya navçeya Konakê Rûhtan Ûlûg jî diyar kir ku li Îzmîrê ew ê li dijî desteserkirina îradeya gelê Colemêrgê li ber xwe bidin û ji bo xelkê Colemêrgê bi tenê nehêlin ew bi rê dikevin. Ûlûg destnîşan kir ku têkoşîna li dijî qeyûm tê meşandin wê dewam bike û ew li benda piştgiriya raya giştî ne.