Rêveberên saziyên Kurd li ber PE’yê dest bi greva birçîbûnê kirin
Rêveberên saziyên Kurd li ber PE’yê dest bi greva birçîbûnê kirin
Rêveberên saziyên Kurd li ber PE’yê dest bi greva birçîbûnê kirin
Bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê, nuner û rêveberên sazî û rêxistinên Kurdan ên li Ewropayê, li ber avahiya Parlementoya Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir û dê hefteyekê bidome.
Kurdên li Ewropayê dijîn, bi banga Kongerya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCD-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) bi hefteyan in, bi armanca xwedîderketina i Kobanê li seranserê Ewropayê çalakiyên cûda li dar dixin.
Îro jî rêveberên saziyên Kurdan ên weke KNK, TEV-ÇAND, CÎK, FEDA û FKÊ’yê û nunerên MLKP’ê, li ber Parlementoya Ewropayê ya li Palace De Luxembourg a Brukselê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Çalakiya bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir, wê hefteyekê berdewam bike. Tevî Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî, Serokê CÎK’ê Mele Muhittîn Kurtay, Endamê KNK’ê Alî Yigit, endamê FEDA Pîr Riza Yagmur, ji nunerên PYD’ê yên Ewropayê Zûhat Kobanê, li ser navê Aveg-Kon Ziya Ulusoy, li ser navê ATÎK’ê Dilber Sekçkîn, li ser navê ADHK Meral Rakîp, li ser navê Înîsiyatîfa Zor Zatnok a Ermeniyan Alex Kalk û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Çalakgerên êlekên ku bi Fransî nivîsa “Em ji bo Kobanê di greva birçîbûnê de ne” li xwe kirin û dirûşimên weke “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Kobanê”, “Bimire DAIŞ” bi Kurdî û Fransî qêriyan. Çalakgerê greva birçîbûnê dê biçin serdana gelek endamên PE’yê, komên PE’yê û nunerên saziyên navneteweyî û derbarê rewşa Kobanê de agahî bidin.
“HÛN JÎ DÊ BI QASÎ DAWIŞ BIBIN BERPIRS‘
Daxuyaniyê ji aliyê endama komîteya amadekar Zeynep Coşkun ve hate xwendin û got: “Armanca me ew e ku em destekê bidin Kobanêya ku di bin êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ye. Bi vê armancê em dixwazin bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser vê yekê. Daxwaza me ew e ku di serî de çek, hemû alîkariyên mirovahî ji Kobanê re bêne şandin. Em ê ne tenê di greva birçîbûnê de bin. Em ê vê hefteyê gelek hewl bidin.” Coşkun bang li raya giştî ya navneteweyî kir û got: “Her çendî her kes dizane ku em mafdar in, lê dîsa jî bê deng in. Em bang li van hêzan dikin ku bikevin nava tevgerê. An ne, ger komkujiyek pêk were, ew jî bi qasî DAIŞ’ê berpirs in.”
‘EM BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ DABIKEVIN QADAN’
Sultan Ograş li ser navê TJKE axivî û diyar kir ku ev 21 roj in êrîşeke mezin li dijî Kobanê pêk tê û wiha berdewam kir:
“Ev sê hefte ne,çeteyên DAIŞ’ê bi wehşeteke mezin êrîşê Kobanê dikin. Ev caniyên ku bûne belaya serê mirovahiyê bêyi ku bêjin jin e, zarok e, mirovan qetil dikin. YPG û YPJ li dijî wan wehşiyan berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Divê em jî li vir bi ruhê berxwedana Kobanê dabikevin qadan.”
Ograş desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ’ê şermezar kir û got ku di serî de Tirkiye û welatên rojavayî DAIŞ’ê kirine belaya serê gelê me.
Li ser navê CÎK’ê Mele Salih Torî axivî û da zanîn ku bi sedan sal e li Rojhilata Navîn, li dijî Kurdan komkujî pêk tên û got: “Bi navê ola Îslamê Kurdan dikujin. Hema bêje cîhanê ji Kurdan re heram kirine. Xweda çawa yê Ereban, Tirkan û Farsan be, ewqas yê Kurdan e jî. Ev çi kîn û nefret e.”
Li ser navê Aveg-Kon Ziya Ulusoy, li ser navê ADHK Meral Rakîp, li ser navê FEDA’yê Pîr Riza Yagmur jî bal kişand ser komkujiyên li dijî Kurdan û got: “Divê hemû Elewî, Êzidî û her kes rabe ser lingan.”
Li ser navê Nor Zartonk Alex, li ser navê ATÎK Dilber Seçkîn, li ser navê TEV-ÇAND’ê Gulberî Alma axivîn û banga alîkariya ji bo Kobanê li raya giştî ya navneteweyî kirin.
PARLEMENTERÊ SKOÇ: DIVÊ LI HEMBERÎ WEHŞETÊ BÊ DENG NEMÎNIN
Parlementerê Partiya Neteweyî ya Skoçyayê yê Parlementoya Ewropayê û Endamê Komîsyona Karûbarên Derve Robert Schuman da zanîn ku ew bûyerên li Kobanê diqewimin, dişopînin û got: “Ez van bûyeran ji nêzîk ve dişopînim. Destekê didin çalakiya we. Îro civîneke me heye. Em ê rewşa Kobanê û Şengalê bînin rojevê. Divê hêzên navneteweyî alîkariyê bidin Kobanê. Divê li hemberî vê wehşetê bê deng nemînin.”
Hate diyarkirin ku wê çalakiya greva birçîbûnê roja çarşemê li ber Konseya Ewropa û Wezareta Derve bê lidarxistin. Çalakger dê piştre bên ber avahiya PE’yê û çalakiya xwe bidomînin.
Tê payin ku nunerên Navendên Civaka Demokratîk ên Kurdan ên Elmanya, Franse, Belçîka û Hollandayê di nava hefteyê de tevlî çalakiyê bibin.