Rêveberên DÎTÎB'ê îstifa kirin

Serokê herêma Saksonya Jêrîn a DÎTÎB'ê Yilmaz Kiliç ku nema karîbû xwe li destwerdana rejîma Erdogan rabigire, ji wezîfeya xwe îstifa kir. Piştî Kiliç, serokên yekîtiyên jin û ciwanan ên DÎTÎB'ê yên li eyaletê jî îstifa kirin.

Yekîtiya Tirk-Îslamê ya Karên Diyanetê (DÎTÎB) bi 900 mizgeftên xwe yên li Elmanyayê mîna saziyeke diyaneta Tirk dixebitî. Salên dawî bûbû mîna şaxê rejîma Erdogan. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, desthilatdariya Erdogan bi hinceta ku encamên cemaeta Gulen e, gelek mele ji wezîfeyê girt. Rêveber û meleyên DÎTÎB'ê van du salên dawî bi taybetî hildibijêre û dişîne Elmanyayê.

DÎTÎB ji her alî ve guheriye saziyeke ser bi rejîma Erdogan ve. Nerazîbûna destpêkê ya li vê rewşê ji Eyaleta Saksonya Jêrîn hat. Serokê DÎTÎB'ê yê Eyaleta Saksonya Jêrîn Yilmaz Kiliç ji ber destwerdanên hikumeta Tirk îstifa kir. Kiliç ku 7 sal in vê wezîfeyê dike, diyar kir ku destwerdana li navenda DÎTÎB'ê ya li Kolnê û Nûnertiya Xizmetên Olî ya Sefaretxaneya Bilind a Tirk gelekî dijwar bûne.

Kiliç ji rojnameya "Hannoverschen Allgemeînen Zeîtûng" re axivî û got, "Destûr nedihate dayin ku rêveberiya em ya eyaletê bi serê xwe bixebite. Ji hilbijartinê heta civînan, her tişt ji aliyê navendê ve dihate diyarkirin. Weke serokê eyaletê min her roj rapor dida navendê."

Piştî Kiliç, Serokên Yekîtiyên Jin û Ciwanan ên DÎTÎB'ê yên li Eyaleta Saksonya Jêrîn jî îstifa kirin. Li Eyaleta Saksonya Jêrîn ku paytexta wê Hannover e, 85 mizgeft hene. Karên DÎTÎB'ê yên li mizgeft, komele û dibistanên xwe, demeke dirêj e di rojeva raya giştî û medya Elmanyayê de ne.