Rêveberê PSAKD Ozkan: Bêdengî li baweriya me nayê
Ozkan bal kişand ser encamên şerê AKP'ê û got, "Bêdengî li bawerî û rêya me nedihat. Li gorî baweriya me, di têkoşîna navbera zalim û mazlûman de, cihê me cem mazlûman e."
Ozkan bal kişand ser encamên şerê AKP'ê û got, "Bêdengî li bawerî û rêya me nedihat. Li gorî baweriya me, di têkoşîna navbera zalim û mazlûman de, cihê me cem mazlûman e."
Rêveberê Navenda Giştî ya PSAKD Tûrgay Ozkan bal kişand ser encamên şerê AKP'ê û got, "Bêdengî li bawerî û rêya me nedihat. Li gorî baweriya me, di têkoşîna navbera zalim û mazlûman de, cihê me cem mazlûman e."
Elewî, greva birçîbûnê ya li dijî polîtîkayên şer ên AKP/Qesrê bi dirûşma "Ji şer re na, em naxwzin zarok bimirin" dan destpêkirin, didomînin.
Li ser banga Federasyona Elewî Bektaşî, li komeleyên pêkhateyên federasyonê û şaxên Komeleyên Elewiyan a Demokratîk heta roja îro li Enqere, Mamak, Antalya, Alanya, Altinova, navçeyên Stenbol Ataşehîr, Eyup, Sariyer, Tûzla û Kadikoy, navçeyên Îzmîr Narlidere, Menemen, Alîaga, Helvaci, Bûrsa, Meletî, navçeya Semsûr Oren, Amed, Mereş, Sêwas, Mûgla, Marmarîs, Lefkoşa, Erzîngan, navçeya Mûş Gimgim, Elezîz, navçeyên Mersîn Tarsûs û Dîdîmê grevên birçîbûnê hatin lidarxistin.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Tûrgay Ozkan li ser greva birçîbûnê agahî da ANF'ê û anî ziman ku şerê ku AKP'ê bi komkujiya Pirsûsê re da destpêkirin, tevî hemû beşên civakê Elewî jî xistiye nava fikaran. Ozkan 33 şoreşgerên li Pirsûsê hatin qetilkirin bibîra nî û got, "Ciwanên me yên ku alîkariya însanî dibirin ji Kobanê re bi bêrehmî li Pirsûsê hatin qetilkirin. Helwesta bi rûmet a wan ciwanan ji bo me mîrateyeke girîng e. Em hemûyan bi rêzdarî silav dikin."
'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'
Ozkan bibîr xist, ku ji bo li pêşberî komkujiyên li bajarên Kurdan û li Rojhilata Navîn bêdeng nemînin wan dest bi greva birçîbûnê kirine û got, "Di rewşeke ku pitikên 3 mehî, 35 rojî tên qetilkirin, dayik, zarok, ciwan, extiyar bi giştî gelê sivîl ewçend bi bêhiqûqî tên qetilkirin, êrîş li hemberî ziman, çand, bawerî, îbadetxane, goristan û jiyana gelên qedîm tên kirin de, bêdengmayîn li baweriya me nedihat. Li gorî baweriya me, dema zalim û mazlûm li hemberî hev rabin, em ê li cem mazlûman cih bigirin. Di dîroka me de ev helwesta me her tim dewam kiriye."
Ozkan da xuyakirin ku ew aştiyê dixwazin û got, "Bila bes xwîn bê rijandin, dayik negirîn, zarok nemirin."
'ME HEWL DAN ÇIRÛSKEKÊ PÊ BIXIN'
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya PSAKD Tûrgay Ozkan ragihand, ku ew ê daxwaza xwe ya ji bo aştiyê her bidomînin û got, "Çalakiyên me wê dewam bikin. Lê belê em ê êdî bi rêbazên cuda çalakiyan lidar bixin. Ne tenê greva birçîbûnê. Em dixwazin baweriyên qedîm ên li ser vê xakê, bi azadî bijîn. Ji bo aştî pêk were, me hewl da çirûskekê pê bixin. Em ê vê helwesta xwe li dijî mirin û zilmê bi domînin."