Rêveberê HDP’ê yê Osmaniyeyê Babrak hate girtin

Rêveberê HDP’ê yê bajarê Osmaniye Kamûran Babrak hate girtin.

Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê bajarê Osmaniye Kamûran Babrak ê duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê ya Osmaniyayê dayî destpêkirin de hatibû destgîrkirin, piştî karûbarên li enmniyetê û şûnde sewqî Edliyeya Osmaniyeyê hate kirin.

Babrak ê dozger îfadeya wî girt bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ sewqî dadgeriya lêpirsînê kir. Dadgeriya ku îfadeya Babrak girt bi heman hincetê girt.