Rêveberê DBP'ê Engîn Babayîgît hate destgîrkirin

OHD'ê ragihand ku endamê DBP'ê Engîn Babayîgît ê ku agahî jê nayê girtin destgîrkiriye û got, "Hevdîtina me tê astengkirin, em ji ewlehiya canê wî bi fikar in."

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ragihand ku Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Engîn Babayîgît bi awayekî korsanî ji Balafirgeha Stenbolê hatiye revandin û destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her çend me ji qereqola balafirgehê, TEM'ê ya Stenbolê û gelek qereqolên din pirsa wî kir jî, agahiya ku nehatiye destgîrkirin hate dayîn. Di 19.09.2023'an de Şaxa TEM'ê ya Stenbolê qebûl kir ku Engîn Babayîgît hatiye destgîrkirin, her çendî biryara qedexeyê ya hevdîtina li gel parêzeran tunebû jî em hatin astengkirin."

OHD'ê, diyar kir ku ew ê giliya vê sûcê bikin û got, "Em ji ewlehiya canê muwekîlê xwe yê ku ji duh êvarê ve agahî jê nayê girtin bi fikar in."