REPAK’ê avakirina Meclîsa Jinên Êzîdî pîroz kir.
Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK)’ê der barê damezrandina Meclîsa Jinên Êzîdî yên Şengalê de daxuniyeke nivîskî weşand.
Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK)’ê der barê damezrandina Meclîsa Jinên Êzîdî yên Şengalê de daxuniyeke nivîskî weşand.
REPAK’ê Jinên Êzîdî yên Şengalê yên bi armanca xweparastinê û pêşxistina xweparastinê konferans li dar xistin û bûn meclîs pîroz kir û Meclîsa Jinên Êzîdî silav kir. REPAK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Ev gava jinên Êzîdî yên Şengalî yên li hember fermana 74. a hat xwestin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û destekvanên wan ve sala bihurî 3’ê Tebaxê pêk bê, ku li ser xaka xwe bi rêxistinbûnê bûn bersiv xwedî girîngiyeke mezin e.”
REPAK’Ê di daxuyaniya xwe de cih van xisûsan:
“Di van rojên ku yekemîn salvegera hewldana komkujiya Şengalê nêzîk dibe de 1. Konferansa Jinên Êzîdî yên Şengalê ya li Çiyayê Şengalê bi dirûşma, ‘Rêxistinbûna jinên Êzîdî wê bibe bersiva ji hemû fermanan re’ hat lidarxistin, piştî nîqaşên girîng bi avakirina meclîsê re bi encam bûye. Meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê ya damezrandina xwe ragihand di gelek aliyan de xwedî nirx, girîngî û wateyê ye. Di civaka Êzîdî ya ku tê xwestin fermanan weke qeder li ser bê ferzkirin xwedî li vîna xwe derketin û gihandina rêxistinbûnê bi sere xwe gaveke cidî ye…
'DÎWARÊ BERXWEDANÊ WÊ BÊ DANÎN'
Jinên Êzîdî yên Şengalê li hemberî her cure êrîşan xweparastina xwe û xwerêxistinkirina xwe di bin bane meclîsê de pêş bixe, wê vîna xwe ya kolektîf pêş bixin. Wê bi vî şêweyî li hemberî hewldanên ku hebûna civaka Êzîdî armanc dikin bi taybet jî jinan armanc dikin wê dîwarekî xurt ê berxwedanê bê danîn. Di serî de Tevgerên Azadîxwazên Jin ên Kurd hemû rêxistinên azadîxwaz û şoreşger ên jinên Kurd di vê rêyê de ji bo rêxistinbûna jinên Êzîdî çi ji destê wan bê wê bikin.”