Renner: Divê tecrîd bi dawî bibe

Parlamentera Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Martîna Renner, ji bo piştevaniya greva birçîbûnê hate Strasboûrgê û got, ji bo daxwazên çalakgeran li Elmanya û Ewropayê bên qebûlkirin ew hewl didin.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, 50 roj li pey xwe hişt. Parlamentera Partiya Çep a Elman û endama Komîsyona Karên Navxweyî ya Meclîsa Federal a Elman Martîna Renner, tevî Parlamentera Kurd a Partiya Çep Gokay Akbûlût hat serdana çalakgerên greva birçîbûnê.

Renner di dema serdana xwe de bi Yuksel Koç û çalakgerên din re axivî û di serî de rakirina tecrîdê li daxwazên Kurdan guhdarî kir.

'EM DIXWAZIN TECRÎD BI DAWÎ BIBE'

Martîna Renner diyar kir, ew piştgiriyê didin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û got, divê siyasetmedarên Kurd ên HDP'yî yên girtî bên berdan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Martîna Renner bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û anî ziman, Tirkiye hevkariyê bi çeteyên ji ber DAÎŞ'ê mane dike. Renner da xuyakirin, bêdengiya hikumetên welatên Ewropayê dibe sedem ku Kurd bikevin nvaa tirs û fikaran û got, Partiya Çep bi Kurdan re ye.

DAXWAZA JI BO BIDAWÎKIRINA HEVKARIYA ELMANYAYÊ BI DEWLETA TIRK RE

Parlamentera Partiya Çep Martîna Renner destnîşan kir, daxwazên Kurdan daxwazên wan e û ew hewl didin van daxwazan timî bixin rojeva Meclîsa Federal a Elman. Renner anî ziman divê bes çek ji Tirkiyeyê re bên firotin, hevkariya leşkerî, polîsî û îstîxbaratî ya bi Tirkiyeyê re bên qedandin û got, di heman demê de ji bo em nîşan bidin ku destekê didin gelên Bakurê Sûriyeyê em hatine Strasboûrgê.

'EWROPA GELEK TIŞTAN JI NEDÎTÎ VE TÊ'

Li ser bêdengiya der barê tecrîdkirina Ocalan de Renner got, Elmanya û gelek welatên Ewropayê ji ber sedemên polîtîkaya navxweyî ya mîna 'Peymana Penaberiyê' û sedemên polîtîkaya derve mîna endametiya NATO'yê, li cem rejîma Erdogan cih digirin.

Martîna Renner diyar kir, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdê, mafên însanî yên gerdûnî ne û got, Ewropa zextên li azadiya çapemeniyê yên li Tirkiyeyê, darizandina siyasî û gelek binpêkirinên din ji nedîtî ve tê.

'BÊYÎ DERENG BIBE DIVÊ HÊZÊN DEMOKRATÎK BIKEVIN NAVA HEWLDANAN'

Martîna Renner diyar kir, ji bo dawî li bêdengiya li nava raya giştî ya Ewropayê bê anîn, ew jî li gel çalakgeran cih digirin û got, ji bo baştir bê fêhmkirin ku mirovên li Ewropa û Tirkiyeyê 'çima çalakiyê li dar dixin' hîn bêhtir hewl bê dayin. Renner xwest, bêyî dereng bibe hemû hêzên demokratîk bikevin nava liv û tevgerê.

NE TENÊ PARTIYA ÇEP

Martîna Renner anı ziman, Dîe Lînke (Partiya Çep) di serî de Parlamenta Ewropa li gelek platforman balê dikişîne ser pirsgirêka Kurd û bi bîr xist, partiyên çep ên li Ewropayê bi dehan salan e di vê mijarê de hesas in. Renner diyar kir, li gelek welatiyên Ewropayê partiyên çep-sosyalîst di rewşeke hindikahî de ne, lewma nikarin dengê xwe bi têrkerî derxînin û ragihand, sosyal demokrat, kesk û hin partiyên mûxafazakar ên rastgir qismî jî be helwesteke erênî nîşan didin. Renner ji bo vê yekê mînak da û bi bîr xist, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyan (CDU) ku hevparê desthilatdariya li Elmanyayê ye, ji bo pêşî li êrîşên li ser Rojava bê girtin, daxwaza 'herêma li firîna balafiran qedexe' kir. Renner diyar kir, hewldanên ji bo Kurdan divê ne tenê li ser milê partiyên çep bimînin.