Reksa mirinê ya AKP’ê ya bi DAIŞ’ê re
Reksa mirinê ya AKP’ê ya bi DAIŞ’ê re
Reksa mirinê ya AKP’ê ya bi DAIŞ’ê re
Tevgera dagirkinê ya çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlonê de li dijî Kantona Kobanê daye destpêkirin didome. Hêzên YPG - YPJ’ê û gel bi derfetên gelekî kêm li dijî çeteyan têdikoşin.
BAJAREKÎ BIÇÛK CÎHANÊ DIGUHERE
Berxwedan di raya giştî ya cîhan û wijdana mirovahiyê de rêzdariyek mezin derdixe. Kobanê her diçe rûyê ronî yê li dijî tarîtiyê ava dike. Ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê, berxwedan ji bo hemû Rojhilata Navîn û cîhanê tê dayîn.
Bajarekî ewqasî biçûk û hejmareke kêm a berxwedêran di serdema me ya îro de dibe rêber û bê guman hêzên ku DAIŞ anîne hemberî Kurdan nerehet dike. Wan dixe nava fikaran û xewa wan direvîne.
AKP BI ÇETEYAN RE DI HEMAN ENIYÊ DE CIH DIGIRE
Ev berxwedane bi heybet ya li kobanê derketiye pêş dewleta Tirk û Serokkomarê wê nerehet dike. Dewleta Tirk, hikûmet û çapemeniya wî serkeftina berxwedana Kobanê naxwaze. Bi hemû derfetên xwe seferber bûne û dixwazin Kobanê bikeve. Beyî ku cih bidin tu gumanan bi DAIŞ’ê re di heman mewziyê de li dijî Kurdan têdikoşin. Ji bo ku raya giştî vê fêm neke jî dikeve nava her cureyê tevgerên erênî.
Lê wek her car AKP hewl dide ku tişta ku nekiriye wek kiriye nîşan daye û tişta ku kiriye jî wek nekiriye nîşan dide. Jixwe di vê mijarê de di heman sextekariyê de hoste ne.
Hikûmeta AKP’ê û Serokkomarê Tirk ji bo vê her tim dubare dikin ku ew girêdayî pêvajoya çareseriyê ne. Ji bo vê Ahmet Davutgolu bi Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re hate cem hev û got: “Em naxwazin Kobanê bikeve’. Her wiha ji bo vê Wezareta Karên Derve ya Tirk, Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim dawetî Enqereyê kir û hevdîtinan dike.
Lê li gel daxuyaniyên der barê pêvajoya çareseriyê de tên kirin û hevdîtinên bi her du hevserokan re tên kirin, bersiva xwe nabîne.
Berevajî vê mijara gotinê ye. yanî hikûmeta Tirk piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê. Li dijî piştevanî û piştgriya gelê Bakur a ji bo ev çete negihêjin armanca xwe pêk tên, terorê dimeşînin. Ji ber vê yekê jî gotin û daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve tên kirin demildest dikevin valahiyê. Li dijî van daxuyaniyan Serokwezîr rû wezîr bi israr diyar dikin ku DAIŞ û PKK ji bo wan wekheve. Bi vî awayî jî îlan dikin ku guherîn tune.
Ji bo me jî gotina ‘PKK û DAIŞ bo me wekhev e’ tê wateya ku bi DAIŞ’ê re wek hev dibînin. Ev gotineke ne ji rêzê ye û hema wisa nehatiye holê yan jî nehatiye rexnekirinê ye.
Ev di esas de ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd û nîşaneya polîtîkaya ku Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan biparêzê ye.
AKP KOMKUJIYA DAIŞ’Ê REWA DIKE
Erdogan, Davutoglu û rayedarên din baş dizanin ku tu aliyên PKK û çeteyê DAIŞ’ê naşibin hev. Lê rejîma AKP’ê dixwaze tevgera azadiyê ku bi berxwdanên Şengal, Kobanê re di asta global de zêdetir rewa bû bi çewisîn, bi çeteyên çavsor re wek hev digire ûdixwaze planên tasfiyeyê ji niha ve pêk bîne.
Ji bo vê jî medya xwe, pênûsên xwe yên kirêkirî û 'rewşenbîrên' di hawizê xwe de avjeniyê dikin, dişîne eniyê. Ji ber vê yekê ye ku bi rojane li ser têkiliya tine ye ya PYD û rejîma Sûriyeyê tofanê radikin.
Ti belge û delîlek nîne ku nîşan bide PYD bi rejîmê re di nava têkiliyê de ye. Ji dema rûdana krîza Sûriye û şerê navxweyî û vir ve Kurdan û PYD'ê ji bo xwe ji şer vegirin ketin nava hewldanan. Nîşandana vê şoreşa bê xwîn a bi Kobanê re destpê kir weke 'destekdarê rejîmê' eger ne ehmeqî û nezantî be hingî çi ye? Teoriyên bi vî rengî bi tenê bi kêrî tiştekî tên. Ji bo qirkirinên DAIŞ'ê mafdar nîşan bidin û gelekî bi awayekî komî ceza bike, ji bilî afirandina sedeman bi kêrî tiştekî nayê. Ji aliyê cewherî ve nêzîkatiyeke nîjadperest û tolhildanî ye. Ji ber ku ya tê gotin ev e: 'we bi xwe kirin, lewma tê serê we.'
Ji xwe Davûtoglû beriya niha ji Muslim re gotibû 'bi ya me bikin' ji Demîrtaş re jî gotibû 'deng bidin tezkereyê em ê hingî alîkariyê bidin Kobanê', ev gotinên Davûtoglû ji bilî pêşniyareke bê exlaqî ne tişteke. Di heman demê de ji bo nîşandana cihê hikûmeta Tirk û AKP'ê ya lê radiwest in jî, gelekî girîng e.
JI BO TC 'HÊZÊN DOST Û DIJMIN' KÎ NE?
Hikûmeta Tirk hevkariya xwe ya bi DAIŞ'ê re, di nava 24 saetên dawî de bi xalîkirina sînor ji mirovan, bi valakirina gundên li ser sînor, bi qedexekirina ketina Kobanê û Pirsûsê re derxistiye asta herî bilind. Artêşa Tirk, li hemberî Kobanê ya ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin, eniya çaremîn li aliyê sînor ê Tirkiyeyê vekiriye. Artêşa Tirk bi qedexekirina xeta sînor li sivîlan û bi valakirina gundan re, derfetên gelekî mezin daye çeteyên DAIŞ'ê ji bo xwe berdin nava Kobanê. Ev helwesteke dijminane ye û ti carî nayê efûkirin. Dewleta Tirk bi qedexekirina ketin û derketina Kobanê, bi terora polîs û jendermeyan a li dijî mirovên li ser sînor re nîşan daye ku bi Kurdan re di nava hiqûqekî çawa ya dijminatiyê de ye. Ji bo hikûmeta AKP'ê gel û şervanên li Kobanê û Pirsûsê li ber xwe dide ne 'hêzên dost', hêzên dijmin in.
EGER PKK BENÊ DI DESTÊ XWE DE BERDE
Bêguman berdêla vê helwesta dijminane ya rejîma AKP'ê, bi qasî Kurdan wê li xwediyê vê helwestê jî hebe. AKP wê neçar bimîne ji ber vê helwestê berdêleke giran bide.
Tunela tarî ya ku Abdullah Ocalan bi gotina 'Eger Kobanê têk biçe' balê dikşîne ser, ev e. AKP mixabin bi destê xwe, devê tunela ronahiyê bi çeteyên DAIŞ'ê girtiye, berê pêşeroja xwe ya siyasî û ya Tirkiyeyê daye tuneleke tarî ya ji şerê navxweyî û darbeyan. Erdogan, Davûtoglû û AKP a bi lîdertiya wan, nikarin ji vê tunelê derkevin.
Yên îro li hemberî Kobanê hiqûqa dijminatiyê dikin, eger li Kobanê qirkirin rû bide, bi rûreşiyê nikarin ji nû ve li hevdîtinan û maseya muzakereyê vegerin. Ya wê niha dest ji vê tunela qirêj û tarî berdin, desteka ji bo DAIŞ'ê qut bikin û hurmetê nîşanî biryara gelê Kobanê ya diyarkirina çarenûsa xwe bide, yan jî bi benê di destê PKK'ê de razî bin û fatîha xwe bixwînin. Ji ber ku ji vê saetê û pê ve têkiliya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re, ne tenê ji bo Kurdan ji bo wê bi xwe jî, reksa bi mirinê re ye.