Rekora germahiyê ya dîroka Elmanyayê nû bû

Li Elmanyayê ku hewa gelekî germ e, rekora germahiyê ya sala 2015'an Çarşemê bi 40.5 pileyî nû bû. Tê texmînkirin ku germahî îro bigihêje 41 pileyî.

Germa zêde çend roj in bandorê li gelek welatên Ewropayê dike.

Li gorî agahiyên Servîsa Meteorolojiyê ya Elman (DWD) doh germahî li bajarê Gelsenkirchenê gihîşt 40.5 pileyî û bi vî rengî rekora li Elmanyayê şikand.

DWD'ê bi bîr xist, germa zêde herî dawî 5'ê Tîrmeha 2015'an li bajarokê Kitzingen ê Bavyerayê hatibû pîvandin.

Elmanya û Fransa li gorî sala derbasbûyî germ e û baran lê nehatiye barandin. Lewma ava gelek çeman kêm bûye. Germa zêde bandoreke giran li çandiniyê jî kiriye.

Li gorî rayedarên meteorolojiyê ya Elman, li eyaleta Nordrhein Westfalenê ku gelek bajarên mezin lê ne wê germahî îro 41 pile be.