Rejîma Tirk û DYE wê ‘navenda tevgerîna taybet’ ava bike!

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a ku li ser Kurdan gefên dagirkeriyê dike wê tevî DYE ‘navenda tevgerîna taybet’ ava bike.

Derbarê hevdîtinên ‘herêma ewle’ ya DYE û rayedarên dewleta Tirk, Wezareta Parastinê ya Tirk daxuyaniyek da.

Li gorî wezaretê hevdînên wan di 5-7’ê Tebaxê hatine kirin û wê tevdîrên bi lez werin pêkanîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ‘Ji bo avakirina herêma ewle wê tevî DYE li Tirkiyeyê Navenda Tevgerîna Hevpar were avakirin.”

Wezaretê diyar kir ku wê ‘herêm ewle, korîdorek’ be lê diyar nekir ku wê korîdoreke çawa be. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo penaberên ji Sûriyeyê karibin vegerin welatê xwe wê her cure tevdîr were stendin.

Dewleta Tirk di hefteyên dawîn de dest bi şandina penaberên ji Sûriyeyê kir. Rejîma Tirk ji bo guherandina demografiya li axa Kurdan penaberan bi kar tîne.