Dewleta Tirk nehişt cenazeyên gerîla bên şuştin
Leşkerên rejîma Tirk nehiştin ku cenazeyên 2 gerîlayên li Semsûrê jiyana xwe ji dest dan bên şuştin. Ji bo veşartina cenazeyan jî hiştin ku tenê 5 kes tevlî merasîmê bibin.
Leşkerên rejîma Tirk nehiştin ku cenazeyên 2 gerîlayên li Semsûrê jiyana xwe ji dest dan bên şuştin. Ji bo veşartina cenazeyan jî hiştin ku tenê 5 kes tevlî merasîmê bibin.
Di 7'ê Gulanê de li bejahiya Korê ya Semsûrê di şer û êrişên hewayî de sê gerîla şehîd bûbûn.
Ji wan cenazeyên Zeynel Alakûş û Gafarî Yorûlmaz hatin veşartin. Malbatan cenazeyên zarokên xwe roja Çarşemê ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin. Lê belê şaredariyê wesayit nedan wan.
Bi wesayitên ji fîrmayeke taybet a ji Amedê cenaze hatin wergirtin.
Leşkerên Tirk her wiha nehiştin ku cenaze beriya bên veşartin bên şuştin.
Rejîma Tirk her wiha hişt ku tenê pênc kes tevlî merasîma veşartina cenaze bibin. Cenazeyê Alakûş li gundê Tolmez û cenazeyê Yorûlmaz jî li gundê Gomikê hatin veşartin.