Li gor çavkaniyên herêmî yên bajarê Hesekê ewlekariya leşkerî bi piştgiriya navenda îstîxbaratî ya rejîmê li taxa Neşwa rojhilat çek li ciwanên ku di dema dawî de ji girtîgehên rejîmê derketine belav dike.
Li gor daxuyaniya van çavkaniyên herêmî ew kesên ku çek li wan hatî belav kirin, ketina wan ya girtîgehê ji ber sedemên tecawûz û bikaranîna madeyên moxederatî bûye.
Tê gotin ku ewlekariya leşkerî çekên keleşînkofî radestî wan kesan kir, navê wan, navê malbat û navnîşana wan li gel xwe girtiye.