Rejîma Îranê 5 kesên din bi darve kir

Rejîma Îranê 5 kesên din bi darve kir

Li Îranê, 3 girtî ji ber tawana bazirganiya madeyên hişber li girtîgeha Erdebêl û 2 girtî jî bi tawana "li pêş çavê gel mirov kuştine" li bajarê Babilê hatin darvekirin.

Dadgeha Giştî û Şoreşê ya Babil ragihandin ku her du kesên mijara gotinê, ji ber kuştina 4 kesên ji heman mallbatê ku 3 jê keç û yek jî zarok bû, bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin.

Li ser erêkirina Desteya Bilind a Îranê ev her du kes duh piştî nîvro li meydana mezin a Babilê hatin bi darvekirin.

Li gorî agahiyan li girtîgeha Erdebêl jî, 3 kesên ku bi tawana bazirganiya madeyên hişber kirine cezayê darvekirinê lê hatibû birrîn, hatin darvekirin. 

Li gorî zanyariyên ku bi dest ketine îsal li Eredebêl 16 kesibkar hatine darve kirin