Rejîma Îran dê 4 kesên Ereb darve bike

Rejîma Îran dê 4 kesên Ereb darve bike

Hate ragandin ku 4 hemwelatiyên li bajarê  Şadganê, ji aliyê dadgeha Şoreşa Ehwazê ve cezayê darvekirinê lê hatîn birîn.  Her wiha  biryar ji aliyê Diwana Bilinda Îranê ve jî hat pejirandin.

Li gorî agadariyên bi dest ketine, 4 hamwelatiyên ereb yên xelkê bajarê  Şadgan di 5’ê Îlona sala 2012   ji aliyê dadgeha Ehwanê ve cezayê darvekirinê hatibû  dayîn, ji aliyê Diwana Bilinda Îranê ve hat pejirandin. Karbidestên dadgehê di 13’ê Tîrmeha 2012’an de ji her çar kesan û malbatên wan re biryara dadgehê gotibû.

Hat ragandin ku, Abdulraz Emîr, Xenafre, Xazî Ebasî, Abdulemîr Mezemî û Şehab Ebasî ji ber dijayetiya xweda(yezdan) kiriye cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Herwiha kesekî nexwest navê xwe diyar bike da diyar kirin ku, di dema girtinê de ne tenê girtî di heman demê de  malbata wan ji demek dirêj  ji aliyê rejîmê ve êşkence lê hatine kirin.

Yek ji parêzên girtiyan Abdulselam Sakî ragihand ku, “Îdiayên di derbarê muwekîlên me de hemû bê bingehin û belgeyekî qanûnî  li ber destê dadgehê nîne.”

Hêjayî gotinê ye ku, Rejîma Komara Îslamiya Îranê ji 2’ê Tîrmehê ta 18’ê Tîrmehê 89 kes ji ber sedemên cuda cuda darvekirine. Li milekê ve jî  ji aliyê Rejîma Komara Îslamiya Îranê ve madeyên hişber di di nava ciwan de tê belavkirin da ku, ji rewşenbîrî û siyasete dûr bikevin. Li milê din jî bi heman sedam ceza dikin. Her  kesekî ku, ne li gorî siyaseta wan, yan ji dijî Rejîma Komara Îslamiya Îranê derbikeve bi sedemên wek dijminê xwedaye yan ji bazirganiya madeyên hişber dike tên ceza kirin. Niha jî bi hezaran kes ji ber bûyerên bê bingeh di girtîgehên Îranê de ne, ev jî dibe sedem ku, raya giştî ya cîhanê û Komeleyên Mafê Mirava Navnetewî bi kevin nava şik û gumana.