Rejîma AKP’ê Îhsan Elîaçik destgîr kir
Nivîskar Îhsan Elîaçik ê ku bi sedema di derbarê wî de lêpirsîn heye çûbû Edliyeya Stenbolê, hate destgîrkirin.
Nivîskar Îhsan Elîaçik ê ku bi sedema di derbarê wî de lêpirsîn heye çûbû Edliyeya Stenbolê, hate destgîrkirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin nivîksar Îhsan Elîaçik ê ji ber di derbarê wî de lêpirsîn heye çûbû Edliyeya Stenbol a li Çaglayanê, bi hincetek cuda hate destgîrkirin.
Hate ragihandin Elîaçik ji ber lêpirsîneke din a li Êlihê ku di derbarê wî de biryara girtinê hebû, hatiye destgîrkirin.
Ji bo îfadeya Elîaçik bê girtin, birin pêşberî dozgeriya nobedar. Li gorî ajansa Mezopotamyayê ji ber kêşeyeke ya Sîstema Veguhestin Dîmen û Deng (SEGBÎS) Elîaçik îfade nedaye, ji bo girtina îfadeya wî li edliyeyê tê ragirtin.
Elîaçik berê bi sûcê ‘propagandakirina rêxistina terorê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtigehê lê hatibû birîn. Dadgehê biryara bi pêkanîna şertê kontrola edlî ku dernekeve derve lê hatibû birîn.