Rejîm tehdît dike
Heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku tevlî 2’yemîn Forma Şêwirê ya Moskowê bûne, diyar kirin ku şandeya rejîma Baas li gorî rojeva civînê tevnagere.
Heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku tevlî 2’yemîn Forma Şêwirê ya Moskowê bûne, diyar kirin ku şandeya rejîma Baas li gorî rojeva civînê tevnagere.
Heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku tevlî 2’yemîn Forma Şêwirê ya Moskowê bûne, diyar kirin ku şandeya rejîma Baas li gorî rojeva civînê tevnagere, hewl dide ku mijûl bike û ev jî ji bo diyalogê dibe tehdîdek.
Heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku li 4 roj in li paytexta Rûsya Moskowê tevlî civînên 2’yemîn Forma Şêwirê ya Moskowê dibin, piştî civîna duh a ku bi heyeta rejîmê de hate lidarxistin, daxuyaniyek weşand.
Heyetê diyar kir ku helwesta heyeta rejîmê neyênî ye, li ser xalên ku muxalefetê pêşkêş kirine û rojeva ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê nîşan daye, ranaweste û ev jî diyalogê tehdît dike.
Daxuyaniya heyetê wiha ye:
“Em li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, di çarçoveya xebatên wan ên ji bo diyalogek rast di rêya çareseriya pirsgirêka Suriyeyê de hatine Moskowê. Me bi hêzên muxalefetê yên ku tevlî vê formê bûne re, di 2 rojên de dawî de nîqaş meşandin. Di encama van nîqaşan de me li ser hin xelên ku daxwazên muxalefetê tînin ziman, lihev kir û belgeyek amade kir.
Di roja 3’yemîn de heyetek ji rejîmê tevlî formê bû. Di encama danûstendinan de derket holê ku ev heyeta rejîmê ne di wê erkê de ye ku bi muxalefetê re nîqaşek avaker bide meşandin. Vê heyetê hewl da ku bi hemû rêyan nîqaşan belavela bike û mijarê biguherîne. Ev jî dide xuyakirin ku ev heyet naxwaze bikeve nîqaşên li ser xalên ku muxalefetê pêşkêş kirine û li gorî rojeva civînê ya ku Birêz Naomkîn diyar kiribû, nemeşe. Her wiha hewl da ku mijûl bike.
Em bi vê daxuyaniyê re şik û gumanên xwe yên kûr ên li ser helwesta heyeta rejîmê û pêkeniya wê ya bi xebatên ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê dide meşandin, her wiha hêzên muxalefetê yên beşdarî van xebatan dibin re, tînin ziman. Ger şandeya rejîmê helwesta xwe sererast neke û karên hatine pêşkêşkirin cidî negire, ev helwest wê bibe tehdîdeke ku wê diyalogê têk bibe.”