Referandûm û tecrîd hatin şermezarkirin

Li bajarên Hambûrg, Berlîn û Hannoverê yên Elmanyayê û li bajarê Goteborg ê Swêdê, tecrîd û encamen referandûmê hatin şermezarkirin.

Li bajarên Hambûrg, Berlîn û Hannoverê yên Elmanyayê û li bajarê Goteborg ê Swêdê, tecrîd û encamen referandûmê hatin şermezarkirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi qasî 700 kes li hev civiyan û bi qîrîna dirûşma "Na, hê neqediya ye" fen û fûtên referandûma li Tirkiyeyê şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan, li ser banga Platforma Na ya Hambûrgê li Hachmannplatzê li hev civiyan û ber bi Monckebergstrasseyê meşiyan. Li dû meşê, mîtîngek li vê derê hate lidarxistin û bang li hêzên demokratîk û raya giştî hate kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna demokrasiyê.

BERLÎN

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên AKP'ê, li paytexta Elmanya Berlînê hatin şermezarkirin. Xwepêşandan ji aliyê NAV-DEM Berlînê ve hate organîzekirin û li ber avahiya Parlamenta Federal a Elmanyayê pêk hat. Di çalakiyê de bang li hikumeta Elmanya hate kirin, ku ji ber tecrîda li ser Ocalan, zexta li girtiyan, encamên referandûmê yên bi guman û polîtîkayên AKP'ê, têkiliya xwe ya bi hikumeta Tirk re bibire. Li vê derê daxuyaniyek hate dayîn û hat xwestin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hemû girtiyên siyasî bên berdan.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Meşa ku ji aliyê NAV-DEM Hannoverê ve hate organîzekirin li ber HBF bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de, dirûşmên "Rabe ser piyan, dengê xwe bilind bike", "Dawî li siyaseta bêdeng bîne", "Azadî girtiyan" û "Erdogan ê derewîn û dizek" hatin qîrîn. Piştî meşê li Steîntor mîtîngek hate lidarxistin û nûnerên NAV-DEM û ATÎK'ê axivîn.

GOTEBORG

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Goteborg ê Swêdê dijîn, ji bo berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 2,5 sal in di nava tecrîdeke giran de ye û azadiya girtiyên siyasî, li navenda bajêr meşiyan û mîtîngek lidar xistin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê daxuyaniyek hate dayîn û hat ragihandin, tifaqa faşîst a AKP-MHP, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan zêde kiriye. Bal hat kişandin ser pêkhatina referandûmê di nava şert û mercên Rewşa Awarte de û hat gotin, tevî hemû bê ûsilî û karên ne li rê jî, gel di referandûmê de ji zextan û tecrîda li ser Ocalan re gotiye NA. Çalakgeran işaret bi grevên birçîbûnê yên zêdeyî 60 rojî li girtîgehan dewam kirin û xwestin, di serî de Ocalan hemû girtiyên siyasî werin berdan. Di çalakiyê de dirûşmên "Azadî ji Rêbertî re", "Dawî li qirkirina siyasî bînin", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Kujer Erdogan", "TC a kujer ji Kurdistanê bicehime" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.