'Rêbertî pir zelal bû, ji ber ku bi xwe bawer bû'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn, sala 1990'î Ocalan nas kir û li Bekayê perwerde dît. Engîn ji ekîba Şopên Rojê re qala wê wextê kir.

Li gel bayekî hişk em ber bi salên 90'î ve diçin. Em vê heftiyê bûne mêvanê Rêzdar Qasim Engîn. Bêyî ku em gotinê bibirin, me ji Engîn pirsî bê ka çawa PKK nas kiriye, Engîn got: ''Ne şaş bim Mİjdara 1990'an bû, dema ku min Rêbertî nas kirî. Dema ku em ji Lubnanê çûne Bekayê cara pêşî min Rêbertî li wir dît. Cara pêşî di merasîmekê de min dît. Dema pêvajoya ku nîqaşên kongreya 4'an dihate kirin. Ji bo vê, dema ku çûme kampê Rêbertî nêzî 15 rojan piştre hat. Li kampa me nêzî 400 hevalî hebûn. Dema ku wê Rêbertî bihata merasîma herî mezin hate kirin. Dema ku Rêbertî hat, hin ji hiş ketin. Beriya niha jî min ev bihîstibû lê dema ku bi çavê xwe min dît a rast şaş mam. Di merasîmê de dema ku slav dayî, destê xwe dayî, wê demê ji nêz ve min dît bê ka çendî bi heybet e û wê gavê kelecaniyekê bi min girt.''

Engîn dema ku behsa wan gavan dikir, wek ku dîsa wan bijî bi kelecanî dibeşişî.

''Beriya wê, min Rêbertî, sosyalîzm ji pirtûkan xwendibû. Lê ev tenê bi teoriyê çêbûbû. Piştre di pêvajoya kampê de di civîneke Rêbertî de, dema ku nirxandî, piştre di dilê xwe de min got, ''bijî sosyalîzm''. Nirxandinên bi navenda mirovî bandor li min kir. Min baş fêhm kiribû bê ka çima sosyalîzma reel hilweşiyaye, bi mînakên ji dîroka me û bi tecrûbeyên xwe dema ku vedigot.''

'BERSIVÊN KU DAYÎ NÛÇEGIHANEKÎ ELMAN'

Engîn dema ku bîranînên wî yên li Akademiya Mehsûm Korkmaz têne bîra wî, yên pêvajoya Bekayê bêhtir vedibêje:

"Carekê, dema ku em li kampê bûn nûçegihanekî Elman hatibû. Bi Tirkî zanîbû. Belkî wê demê bi zanebûn hatibû şandin û me bi vê dizanîbû. Dihate Akademiya Mehsûm Korkmaz û lêkolîn dikir. Rojekê bi Rêbertî re kete dibistanê. Dema ku nirxandinan dest pê kir Rêbertî ji nûçegihan e got, 'Hûn li asta herî bilind hildiweşin. Ji mirovbûnê dûr dikevin. Lê em li herî jêr in. Me ji herî jêr dest pê kir lê li ser miroviyê me dest pê kir'. Kete nav nîqaşeke wiha ya felsefîk, em jî tevlî vê nîqaşê bûn. Wê demê ez rabûm ser piyan, bi Elmanî min çend tişt gotin û min domand, "Kapîtalîzm mirov tîne rewşeke wiha, mirov ji mirovûnê dûr dixe, li xwe dike biyan û herî dawî tîne asta xwekuştinê. Ez bixwe jî ketime vê krîzê û hatim ber rewşa xwekuştinê.." Dema ku min wiha gotî, Rêbertî beşişî, got, 'bi rastî?' û li nûçegihan vegeriya û lê zêde kir, "Binere, em ciwanan ji xwekuştinê rizgar dikin."

Piştî wê jî derfet çêbû ku Rêbertî ji nêz ve nas bikim. Ji ber ku min bi ziman zanîbû min wergerî dikir.

'RÊBERTÎ PIR ZELAL BÛ, JI BER KU BI XWE BAWER BÛ'

''Rojekê nûçegihan dema ku têkilî kampê pirs kir, min jî got Rêbertî bibêje wê çêtir be û min berê pirsan da Rêbertî. Hate cem Rêbertî û got: ''Li vê kampê tiştê pir kambax bûne. Ev rast e?''. Min got belkî Rêberî bersiv nede, tam wê demê Rêbertî got, ''Tiştên hê kambaxtir bûne. Mirov revandin, êşandina hevalên xwe..Lê ji we weye ku ev hêsan e. Em li vir hewl didin ku mirovan biguherînin. Me tiştên ku têne kirin zû dîtin û mudehele kir. Baş e, we çi kir? Dema ku ew reviyan û hatin Elmanyayê we jî ew li dijî me bi kar anîn. Mînak Nusret Aslan, hûn şahidiyê bi hevalan didin kirin''. Dema ku wiha gotî nûçegihan şaş ma. Li ser vê nûçegihan mijar guherand û got, ''Nivîsên te pir dirêj in, nayên xwendin''. Li ser vê Rêbertî got, ''Ev nivîs ne ji bo we ne, ji bo gelê Kurd in ku hatine çewisandin, ji rastiya xwe hatine dûrxistin. Di dîroka me de hingî tehrîbat hene, hingî şerê taybet li dijî gelê me hene, ez bêgav im ku van yek bi yek bibêjim û binivîsim''. Dema ku wiha gotî nûçegihan şaş ma. Rêbertî pir zelal bû, ji ber ku bi xwe bawer bû. Bi salan min pirsa vê kir. Dema ku hin rexneyan li me tînin an jî pirsan dikin, ku ne li gorî me be em bersivan nadin. Lê Rêbertî ne wiha bû. Her tişt vekirî digot, lê ji ber ku bi xwe bawer bû, nîşanî yê pêşberî xwe dida bê ka çendî şaş e.''