Pêvajoya Komploya Navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê û di 15’ê Sibata 1999’an de jî bi anîna Tirkiyeyê re, destpê kir. Komplo 26 sal in dewam dike. Asteke rejîma bêhiqûqiyê ya li Îmraliyê jî, cezayê hepsa muebedê ya girankirî ye ku bi taybet ji bo Rêber Apo hate derxistin. Heta ku Rêber Apo hatî girtin, ne di hiqûqa navneteweyî de, ne jî di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de cihê cezayê hepsa muebedê ya girankirî nebû. Bi vê yekê re tiştên di asta hiqûqa Komploya Navneteweyî de qewimîne, weke parçeyekî polîtîkaya tasfiyeyê hate pêkanîn. Yek ji madeyên rojeva herî girîng a pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de destpê kir, ‘mafê hêviyê’ yê Rêber Apo bû. Mafê hêviyê ya ku di biryara 1977’an a Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Elmanyayê de derbas bûyî, hukim dike ku mayîna kesekî heta mirinê li girtîgehê, ne mirovî ye. Ji bo ku Rêber Apo ji mafê hêviyê sûd werbigire, parêzerên wî gelek serlêdan kirin. Li ser vê yekê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17-19’ê Îlonê de civîn lidar xist û salek wext da Tirkiyeyê. Piştî banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya di 22’yê Cotmehê de, cara ewilî hem tecrîda li ser Rêber Apo û hem jî mafê hêviyê ji aliyê dewleta Tirk bi xwe ve hate vegotin.
BIRYARA ÎDAMÊ YA BI RÛNIŞTINÊN MÎNA ŞOVAN, HATÎ DAYÎN
Li Tirkiyeyê her çendî ji sala 1984’an ve bi rengekî fiîlî cezayê îdamê nehatibe pêkanîn jî, di 15’ê Sibata 1999’an de dema ku Rêber Apo teslîmî Tirkiyeyê hatî kirin, cezayê îdamê di qanûnan de derbasdariya xwe diparast. Dozgerê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya 35’emîn a Enqereyê, di 24’ê Nîsana 1999’an de îdîanameyek pêşkêş kir û li ser esasê maddeya 125’an a Qanûna Cezayê ya Tirk daxwaz kir ku Rêber Apo bi îdamê were cezakirin. Piştî teslîmî Tirkiyeyê hatî kirin, di 24’ê Nîsana 1999’an de Rêber Apo tenê 12 caran û bi giştî 739 deqeyan bi parêzerên xwe re hevdîtin kir.
Di 24 û 30’ê Adarê de li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya 35’emîn a Enqereyê rûniştin pêk hatin, lê Rêber Apo li salona dadgehê nebû. Rûniştin, piştre li Girtîgeha Girava Îmraliyê dewam kirin. Piştî rûniştina ewilî ya 31’ê Adarê ku Rêber Apo beşdar bûyê, 7 rûniştinên din ên mîna şovan pêk hatin. Biryar di salvegera îdamkirina Şêx Seîd de ango 29’ê Hezîranê hate dayîn. Cezayê îdamê beriya biryarê hatibû dayîn, lê di 29’ê Hezîrana 1999’an de hate eşkerekirin.
JI ALIYÊ DADGEHA BILIND VE HATE ERÊKIRIN
Dadgeha Bilind têkildarî biryara çûyî temyîzê, di 25’ê Mijdara 1999’an de biryara xwe eşkere kir û ragihand ku biryara cezayê îdamê bi hemû aliyan ve erê kiriye. Vê biryarê bandoreke pir mezin li gelê Kurd kir. Li Kurdistan û çar aliyên cîhanê Kurd rabûn ser piyan. 3’yê Cotmeha 2001’an, di madeya 38’emîn a ku hukmên Destûra Bingehîn ên têkildarî îdamê digire nava xwe de, guhertinek hate kirin. Di vê guhertinê de cezayê îdamê hate rakirin, ‘teror û gefa şer’ ji dervey vê çarçoveyê hate hiştin.
SÎSTEMA ÊŞKENCE Û TECRÎDÊ YA GIRANKIRÎ
Cezayên îdamê di qanûna bi hejmara 4771 a di 9’ê Tebaxa 2002’yan de hate weşandin, veguherî cezayê hepsa muebedê ya girankirî. Alîkarê Serokwezîr ê wê demê Mehmet Alî Şahîn diyar kir ku li gorî madeya 17’emîn girtiyên cezayê îdamê lê hatine birîn, piştî 36 salan îhtimala wan a tahliyeyê heye. Di wê demê de ew sê sal û nîv bûn ku Rêber Apo li girtîgehê bû. Mehmet Alî Şahîn bi bîr xist ku piştî 33 sal û nîvên din dibe Rêber Apo were tahliyekirin. Şahîn destnîşan kir ku ew ji bo pêşî li vê yekê bigirin, dixebitin.
NE CAREKÊ, HER ROJ KUŞTIN
Dewleta Tirk li Îmraliyê bi taybet li dijî Rêber Apo hepsa muebeda girankirî û sîstema êşkence û tecrîdê xiste dewrê. Cezayê îdamê hate rakirin, li şûna wê cezayê hepsa muebedê ya girankirî hate dayîn. Gotina ‘girtiyekî ku ji ber sûcê terorê cezayê îdamê lê hatî birîn û piştre ev ceza veguherî cezayê hepsa muebedê, divê jiyana xwe ya mayî li girtîgehê derbas bike’ li qanûnê hate zêdekirin. Mehmet Alî Şahîn weke parlamenterekî axaftinek kiribû û bi gotina “Eger hûn kesekî îdam bikin wê carekê bimire; eger hûn cezayekî cidî bidinê hûn ê her roj wî bikujin”, bêhiqûqiya li dijî Rêber Apo qebûl kir.
DMME’YÊ, ÎNGILISTAN MEHKÛM KIR
Bi vê guhertina ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê dike, hat xwestin ku mafê hêviyê jî ji Rêber Apo were standin. Mafê hêviyê di qada navneteweyî de bi biryara ‘Vinter û yên din’ a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate rojevê. Douglas Gary Vinter, Jeremy Neville Bamber û Peter Howard Moore ku li Îngilistanê cezayê hepsê yê muebedê lê hatibûn birîn, di 11’ê Kanûna 2009’an, 17’ê Kanûna 2009’an û 6’ê Çileya 2010’an de serî li DMME’yê dan. Di serlêdanê de behsa gotina “nabe ku êşkence, ceza û muameleya ne mirovî yan jî biçûkxistinê nîşanî ti kesê were kirin” a di madeya 3’yemîn a PMME’yê de hate kirin. Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku nabe ku kesek bêyî hêviya tahliyebûnê were girtin, ev yek ne li gorî rûmeta mirovahiyê ye û helwesteke biçûkxistinê ye. Piştî ku DMME’yê serlêdan lêkolîn kirin, biryar da ku Îngilistanê qanûna êşkenceyê ya di madeya 3’yemîn a PMME’yê de binpê kiriye û Îngilistan mehkûm kir. Rewşa navborî, ji aliyê PMME’yê ve weke mafê hêviyê (right of hope) derbasî dîrokê bû.
PÎVANA BINGEHÎN A HIQÛQÊ
Di biryarên dadgehê de bi eşkere destnîşankirina pênaseya mafê hêviyê ya di warê nûjen de, bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Elmanyayê ya di sala 1977’an de destpê kir. Di biryara 21’ê Hezîrana 1977’an a dadgehê de, hate gotin ku divê cezayê hepsa muebedê li ser girtî nebe sedemê zirara derûnî û fîzîkî û hate destnîşankirin ku divê ceza mirovî be. Her wiha, di biryarê de hate diyarkirin ku efûkirina cezayê jî têrker nîne, îşaret bi pîvanên dewleta hiqûqî hate kirin û hate destnîşankirin ku divê bi qanûnê were sererastkirin ku ceza wê di bin kîjan şert û mercan de bên taloqkirin. Bi bandora vê biryarê re gelek welatan sîstemên xwe yên cezayê li ber çav derbas kirin û di belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî de jî ev pîvan her ku çû zêdetir cih girt. Di roja me de mafê hêviyê, hem weke parçeyekî hiqûqa cezayê hem jî yê hiqûqa mafên mirovan hate qebûlkirin. Ev maf bû pîvaneke bingehîn a sîstema hiqûqa nûjen ku rûmeta mirovan diparêze û giraniyê dide ser rehabîlîtasyona hikumxwaran.
DEWLETA TIRK DIVÊ SERERASTBÛNÊN PÊWÎST PÊK BÎNE
DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de biryar da ku cezayê hepsa muebedê ya girankirî ya li Rêber Apo hatî birîn, li dijî pîvana mafê hêviyê ye û ev rewş PMME’yê binpê dike; hat xwestin ku dewleta Tirk têkildarî vê yekê sererastbûnên qanûnî pêk bîne. Lê belê Tirkiye, tevî van biryaran jî di nava 10 salên borî de ti gav neavêt. Piştî serlêdanên di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de hatine kirin, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryarên binpêkirinê yên DMME’yê di civîna 17-19’ê Îlonê de careke din nirxand. Ev civîn dihat wê wateyê ku piştî 3 salan ev mijar car din were nîqaşkirin. Komîteyê daxwaz kir ku Tirkiye divê bêyî ku dereng bibe sererastbûnên pêwîst pêk bîne û ragihand ku eger pêşketin çênebe, wê di civîna Îlona 2025’an de dest bi amadekirina biryara navber were kirin.