Rayedarên Halkbank, Îran û hikumeta Tirk li hev diciviyan!

Di doza darizandina Alîkarê berê yê Midûrê Giştî yê Halkbankê Hakan Atîlla de, şahidan di roja 11. de îfade dan.

Di rûniştina duh a dozê de duh dîsa îfadeya yek ji komîserên berê yên Tirk Huseyîn Korkmaz hate girtin. Di rûniştina dozê de her wiha parêzerên Atîlla îtiraz kirin ku darizandin bi rengekî şaş tê kirin. Ev îtiraza wan nehat qebûlkirin.

RAYEDARÊN HIKUMETÊN ÎRAN Û TIRK TEVLÎ CIVÎNÊN BI HALKBANKÊ RE DIBÛN

Komîserê berê yê polîsan Huseyîn Korkmaz, ku di operasyonên 17'ê Kanûna 2013'an de cih girtibû û Reza Zarrab, zarokên wezîrên AKP'yî, rayedarên Halkbank û gelek hevkarên wan hatin binçavkirin, di îfadeya xwe de qala lêpirsîna wê demê kir.

ZARRAB NE KESÊ YEKANE YE KU DI SER HALKBANKÊ RE EV KAR DIKIR

Korkmaz anî ziman ku bersûcê girtî Atîlla, bi rêya şîrketa bi navê Volgam Gida bi Reza Zarrab ê ji Îranê re hevdîtin kir û diyar kir ku di navbera Halkbankê û hikumeta Îranê de jî hevdîtin hatin kirin.

Korkmaz da xuyakirin ku tevî Zarrab rayedarên hikumeta AKP'ê jî tevlî van civînan bûn û got, "Reza Zarrab ne tenê kesê yekane ye ku ev bazirganî dikir."

Lê belê Korkmaz îdîa kir ku Alîkarê berê yê Midûrê Giştî yê Halkbankê Hakan Atîlla ku li navenda sîstema sextekarî û bertîlê cih digire, 'bertîl negirtiye'. Ji ber ku hin şahidên din jî bi heman rengî îfade dan, dibe ku Atîlla ji sûcê bertîlê sûcdar neyê dîtin.

Parêzerên Atîlla jî îdîa kirin ku Korkmaz bi Gulen re têkildar e û bi kirina darbeyê li dijî hikumeta Tirk tên sûcdarkirin. Balkêş e parêzeran hewl dan li ser vê bingehê Atîlla mafdar nîşan bide.

Parêzerên Atîlla li ser naveroka dozê îtiraz kirin. Dadger Rîchard Berman ev îtiraza parêzeran red kir.